Bi têkoşîn û xebatê şerên dîrokî wê veguherin aştiyeke mayînde

Lava Eyo

Weke me hemûyan dît û bihîst Tevgera Azadiyê li ser esasê pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin, ragihand ku ji bo pêvajo bê pirsgirêk bi rê ve biçe û rê li ber provokasyonan bê girtin, gerîlayên azadiyê ji Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Her kes têkildarî vê pêngava dîrokî ya Tevgera Azadiyê şîroveyan dikin û dibêjin, “Çawa bû ku gerîla wiha biryar da? Wê çawa gerîla werin? Gelo wê astengî çêbibin yan na?”

Jixwe weke tê dîtin geşedanên li Rojhilata Navîn tên jiyîn gelekî bala mirovan dikişîne û mirov ji soza desthilatdaran bi rengekî xwezayî guman dike. Ji ber gelek caran soz dane û paşê ji soza xwe vegeriyane. Ji ber vê gelê Kurd di van mijaran de dudiliyê dijî. Her çiqasî mirov dixwaze bawer bike jî mixabin mirov his dike ku xwe dixapîne û tê xapandin.

Teqez Tevgera Azadiyê dizane çi dike. Lê cardin jî gumanên mirov çêdibe û ez bi xwe baş dibînim ku mirov guman bike û hema wiha saf saf nekeve nav xeteriyê. Nexasim hîn cihê Rêber Apo nehatiye guhertin û her kes dizane ku Rêber Apo ji bo me xeta sor e.

Dema mirov li nûçeyan guhdar dike dibîne ku her kes şîroveyan dike û careke din pêvajo bûye rojeva sereke. Ev jî gelekî girîng e. Ya girîng ew e Tevgera Azadiyê ji bo serketina vê pêvajoyê erkên dikeve ser milên xwe bi fedakariyeke mezin pêk tîne. Tevahî gerîla, kadro û gelê me yê fedakar bi fikir û bîrdoziya Rêbertî bawer in. Bi têkoşîn û xebatê şerên dîrokî wê veguherin aştiyeke mayînde.

Weke tê zanîn berê ti kesî nizanî bê ka Kurd hene yan na. Rêber Apo ew Kurdê wendayî û bêkes îro aniye ser dika siyasetê. Niha jî ev gel weke stêrkan diteyise û ronahiya xwe dide her deverê. Ev hemû berhem didin nîşandan bê Rêber Apo, gelê Kurd aniye kîjan astê. Rêbertî bi têkoşîna pêş xist hebûna gelê Kurd bi awayê ti carî kes nikare înkar bike derxist holê û pêş xist. Kurd êdî bi xwe bawer in û bûn xwedî destketiyên mezin. Em berhema ked û têkoşîna Rêber Apo a zêdetirî 52 salan weke rojê dibînin û pê serbilind in.

Ez jî weke ciwaneke Kurd serbilind im ku Kurd im û ji Kurdistanê me. Ez bawer im ew kesên Kurdîtiya xwe înkar dikirin jî wê niha bibêjin, “Em Kurd in û ji Kurdistanê ne.” Lê ya girîng jî ew e em ji bo welatê xwe çalak bibin, ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê xebatan bikin, ji gelên herêmê û cîhanê re jî bibin mînak.

Ez bi hêvî me keda Rêber Apo, şehîdan, hevalan û gelê me encam bigire. Divê Dewleta Tirk jî bersiveke erênî û pozîtîf bide vê pêngava Tevgera Azadiyê ya vekişîna gerîlayan ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê , hişê xwe bîne sere xwe û ji bo aştiyeke mayînde gavên siyasî, qanûnî û hiqûqî pêş bixe.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button