Xweparastin pîroz e

Gaziya şer Ezîme Zagros diyar kir ti hebûn bê xweparastinê nikare jiyana xwe bidomîne û got, “Xweparastin pîroz e. Li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo divê em xwe pêş bixin û bi xweparastinê civakê û jinan li hember her cure tehlûkeyan biparêzin.”
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û Gaziya şer Ezîme Zagroz têkildarî xweparastinê nêrînên xwe anîn ziman.
Ezîme Zagros anî ziman ku têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê li ser esasê xweparastinê pêş ket û got, “Ya rastî parastina rewa yan jî bi wateya xwe ya giştî xweparastin çalakiyeke herî pîroz û exlaqî ya li hember her cure tehlûkeyan e. Di roja me ya îro de xweparastin ji bo jin, civak û hemû gelan mijareke jêneveger e. Xweparastin tenê ne di aliyê fizîkî, di heman demê de aktîvîteyeke ruhî û zîhnî ye jî. Di sîstema modernîteya kapîtalîst û dewleta netewe de mirov fêrî xisûsa ku tenê artêş û hêzên polîs û hwd. yên girêdayî sîstemê mirovan diparêzin kirine. Lê em dibînin ku di cîhana roja me ya îro de ti kesek ne di ewlehiyê de ye. Rojane jin tên qetilkirin, zext û zordariyeke mezin li ser tevahî ferdên civakê heye. Rêber Apo got, ‘Xweparastin herî esasî karekî têgihiştin, rêxistinbûn û çalakiyê ye.’”
Gaziya şer Ezîme bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha axivî, “Pergala desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe dikare her cure xerabiyê bîne serê jinan û civakan. Vê bi rêya hêzên fermî û veşartî dike. Lewma xeteriyeke pir mezin li ser jin û civakê heye. Divê em wê xeteriyê ji kokê de rakin. Xweparastin şêwazekî girîng ê azadiyê ye. Xweparastin pîroz e. Li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo divê em xwe pêş bixin û bi xweparastin civakê û jinan li hember her cure tehlûkeyan biparêzin.”
Endama FGBRS’ê û gaziya şer Ezîme Zagros axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Ez bang li tevahî jin û ciwanan dikim ku ji bo avakirina neteweya demokratîk, serxistina pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, em têkoşîna xwe xurt bikin. Li ser esasê xweparastinê em hemû gelên azadîxwaz ji her cure êrîş û xerabiyan biparêzin. Eger em xwe rizgar nekin wê ti kes me azad neke. Em ê bi têkoşîna xwe pêşeroja xwe ava bikin.”




