*Têkoşîna li qadan wê ji bo valaderxistina komployê be

Sala 1999’an Rêber Apo dîl ket destê komplogeran. Ji bo ev komploya li dijî vîna gelê Kurd pêk were jî 9’ê Cotmeha 1998’an Rêber Apo mecbûr kirin ji Şamê berê xwe bide welatên Ewropa. Dema ku mirov ji dîrokê jî digire dest û li hemû civakan jî temaşe dike her civak xwedî Rêber û pêşeng e. Bi taybet jî di civaka Kurd de ji bo azadiya gelê Kurd gelek mîr û began xwestin li dijî dagirkeriyê, li dijî şovenîzmê serî rakin. Sala 1880’an ji îsyana Şêx Ubeydullah Nehrî bigire heya 1925’an îsyana Şêx Seîd, 1928 îsyana Îhsan Nûrî Paşa heya sala 1937 û 38 îsyana Dêrsimê re van mîr û began hemûyan xwestin çarenûsa gelê Kurd bidin diyarkirin. Lê weke tê zanîn ew hemû îsyan yek bi yek bi komployan, bi lîstoka Îngîlîz-Amerîka û hevkariya Tirkan tev vala hatin derxistin. Tev hatin perçiqandin. Gel jî di komkujiyan re derbaskirin û ew ji herêmên wan sirgûn kirin.
Piştî van serhildanan hemûyan bi destpêkirina çalakvaniyên şoreşgerî yên nifşên ciwanên şoreşger ji salên 1968’an heya 1970’an weke pêlek şoreşgertiyê dewam kir. Tevahî Tirkiye û gelek herêmên Rojhilata Navîn girt nav xwe. Yek ji van çalakvan û pêşengan jî Rêber Apo bû. Gelê ku bi hezarê salane her tim hatiye perçiqandin tepisandin, qirkirin, asîmîlekirin û bi hemû şêwazan al, ziman, çand, netewe û ola wan hatine înkarkirin. Rêber Apo jî weke xilasiya vî gelî di serdema 1970’an de bi awayekî şoreşgerane derket ser dika dîrokê. Rêber Apo jî yek ji Rêberên sereke yê ku herî zêde dixwest li hemberî dewleta netewe û dagirkeriyê şer bike.
Rêber Apo bi derketina xwe re çarenûsa gelê Kurd ku timî bi perçiqandin û binketinê re rûbirû bû vala derxist. Dîsa Rêber Apo bi çarenûsa gelê Kurd re çarenûsa tevahî Rojhilata Navîn û gelên bindest jî guhert. Di dîrokê de heya roja me ya îro timî li dijî gelê Kurd dem bi dem û di her kêliya serketinê de komplo hatine despêkirin. Ev yek jî taybet bi destên hêzên hegemon hatine çêkirin. Rêber Apo di salên xwe yên li Sûriyê de 19 salan têkoşîn kir. Li Şamê de bi hezaran milîtan perwerde kir û bi hezaran şervan derxist. Ji ber vê jî hem dewleta Tirk, hem jî hêzên hegemon û îxanetkarên Kurd 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêber Apo komployeke navneteweyî dan destpêkirin. Bi vê komployê her xwestin Rêber Apo bêtesir bikin û bêdengiyekê di nava gelê Kurd de bidin despêkirin.
Wan hemû hêzên dijmin xwestin wê serhildana weke ya 29’emîn bi nav dikirin, bi komploya li dijî Rêber Apo yê pêşengiya vê serhildanê dikir bitepisînin. Çawa ku di îsyana Agirî de gotin “Kurdistana xeyalî li vê derê defnkirî ye” bi komploya li dijî Rêber Apo jî xwestin bêjin ku hûn çiqasî serî rakin jî wê timî dawiya we binketin be. Bi rêya komploya nawneteweyî xwestin careke din hêviyên azadiya gelê Kurd bişikînin û ji holê rakin. Di serî de hêzên hegemon û kapîtalîst, pergala neteweya demokratîk a Rêber Apo dixwaze li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bid; rûniştandin ji xwe re weke xetereyekê dibînin û xwestin pêşî lê bigrin.
Dîsa lêgerîna azadî û bi hev re jiyana gelên Rojhilata Navîn ku bi salan e xeyalên wê dikin, ji ber ne li gor berjewendiyên hêzên hegemonîk û kapîtalîst bû hewl dan bidin sekinandin û ev komplo pêş xistin. Ji ber nikarîn pêşî li fikir û felsefeya Rêber Apo bigirin û vê felsefeyê bingehê nîjadperestiyê dikola serê li komployê dan. Ji ber Rêber Apo digot, “Her kes, hemû gel û netewe xwedî maf in bi ziman û nasnameya xwe bijîn.”
Bi vê komployê re van bawer dikir ku wê karibin Tevgera Azadiyê jî weke hemû serhildanên Kurdan bêdeng bikin û Rêber Apo teslîm bigirin. Wan ti carî bawer nedikir ku wê Tevgera Azadiyê ne tenê xwe hîn xurttir bike wê bi valaderxistina komployê re tola hemû mîr û begên Kurdan jî rake.
*Ji nirxandinên şehîd Gelî Serhed ên têkildarî Komploya Navneteweyî hatiye komkirin.