Dilsozê pir mezin ê gelê xwe
Zarîn Kobanê

Hevrê Riza Altun ê yek ji kadroyên herî kevin ê Tevgera Azadiyê weke parêzvanê xeta Rêber Apo li cihê herî zor û zehmet xebitî û xwedî kedeke mezin bû. Li cihê fermandar Riza lê bûya bêhn û tesîra milîtaniya Apoyî hakim bû. Dilsozekî pir mezin ê gelê xwe bû.
Hevalê Riza Altun ji bo Tevgera Azadiyê û şoreşê stûna bingehîn bû. Pêşeng û fermandar Riza Altun ê li gelek qadan têkoşîn kiriye qet rojekê negot: “Ez vî karî nakim yan jî nikarim bikim.” Her karê pê radibû bi serketî bi encam dikir. Hevrê Riza li zindanan, çiyayan û gelek qadên têkoşînê xebateke layiqî şehîdan û keda Rêbertî, bêteredut meşand.
Pêwîst e were zanîn ku hevalê Riza Altun ji bo Tevgera Azadiyê mamoste, zanyar û fermandarekî mezin bû. Di hêla teorîk û pratîk de fêrkarekî muezem bû. Dema mirov li dersên wî guhdar dike mirov pir baş fêm dike bê çi dibêje û mebesta wî çi ye. Ez weke gaziyeke şer xwe deyndarê pêşeng û fermandar Riza Altun dibînim. Weke gaziyên şer em pir tişt jê fêr bûn. Heval Riza tevî di êrîşeke bêbext a dijmin de birîndar jî bibû, qadên çiya terk nekir û weke fermandarekî Apoyî bi rola xwe ya pêşengtiyê rabû.
Hevrê û pêşeng Riza Altun têkoşîneke bêhempa meşand. Ji aliyê heval û gelê xwe ve pir dihat hezkirin. Her tim weke kadroyekî pêşeng xebitî. Heya kêliyên dawiya jiyana xwe jî li ser peywir û erka xwe bû. Ji bo em jî layiqî ked û têkoşîna wan bibin divê em xwe pêş bixin, bigihînin asta hevalê Riza Altun dixwest.
Ez careke din heval û pêşengê milîtaniya Apoyî Riza Altun di salvegera, şehadeta wî de bi rêz û hurmet bi bîr tînim, soza xwe ya têkoşînê nû dikim. Ji tevahî ciwanan re jî dibêjim ku divê em ala têkoşînê ya hevrê û fermandarê xwe Riza Altun her tim bilind bikin.