Pêwîst e jin û civak neheqî û zilmê qebûl nekin

Arjîn Kobanê

Em dikevin sêyemîn salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya 17’ê Îlona 2022’yan piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kir û di demeke kurt de li tevahiya Îranê belav bû.

Bêguman dema pergala Îranê tê gotin yekser darvekirina mirovan tê bîra mirovan.  Pergala Îranê zagonên Hamûrabî li ser civakê pêk tîne. Gelan û jinan dike qurbana pergala xwe ya despot. Her wiha  niyet nîne ku jê vegere. Dewleta Îranê tevî derbên giran ji destê hesinî yê hêzên emperyalîst xwar jî, heman rêbazên kirêt didomîne. Di aliyê wekheviya gelan, azadî û demokrasiyê de gavan navêje. Ev xisûs jixwe qet ne xema wê ne. Ji lewra careke din piştrast dibe ku ew hêzên despot hemû weke hev in. Ji ber wê nikarin xwe biguherin û hevdu cidî jî nagirin.

Careke din em gihiştin qinyata ku hêzên navendî yên sermayedar nikarin ti hêzê biguherin. Eger  karîbana wê xwe guherîbana. Teqez  divê hêzeke şoreşger wan di hêla hişmendî de biguhere. Ew jî hêza fikir û felsefîk a Rêber Apo ye ku dikare wê hişmendiya mêrperest û tundrew biguhere.  Weke em dizanin pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin gelekî girîng e. Fikir û felsefeya Rêbertî ya ji bo jiyana wekhev û azad heye. Serdema em têde ne vê dixwaze, lê dagirker û serwer şer û tundiyê ferz dikin.

Eger ew aştiyê, civakeke siyasî û exlaqî dixwazin, divê li Rêber Apo guhdarî bikin û serhişkiyê li hemberî pêşveçûn û şaristaniya demokratîk nekin. Ev ji bo mirov herêma xwe û cîhanê ji hêzên global û xeternak rizgar bike girîng e. Em hemû jî şahidiyê ji kaosa global re dikin. Sersebebê wê kaosê jî pergala hêzên emperyalîst û teknolojiya wê ya xeternak e. Pêwîst e hemû gel destê xwe bidin hev û têkoşîn bikin da ku xwe ji cinawirê sermayedariyê xelas bikin.

Hewce ye welatên herêmê jî haj vê rastiyê hebin û bi wê hişmendiyê re nebin yek. Heke hewl didin xwe ji wan hêzên emperyalîst xelas bikin, divê xwe ji hişmendiya bi hezarê salan a qatilê kastîk rizgar bikin, pergala xwe wergerînin pergaleke demokratîk, mafê jin û civakê yê jiyana azad binasin.

Di serê van pergalan hemûyan de dewleta Îranê tê. Heke dewleta Îranê dixwaze xwe ji pergalên emperyalîst xelas bike, divê xwe biguhere, bela xwe ji mirovan bêguneh û azadîxwaz berde. Na eger xwe neguhere wê teqez têk biçe. Bang li gelên Îranê jî dikim ku demldest yekîtiya xwe çêbikin, ji bo guhertineke demokratîk û wekhev têbikoşin.

Bi taybet jî jin divê li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin. Xwedî li xwişk û birayên xwe yên çalakvan derkevin,  ji tundiyê re bibêjin, “na” û çalak bibin. Rêber Apo dibêje, “Her kes şer û tundiyê dixwaze, ez jî aştî û civaka demokratîk dixwazim.” Pêwîst e jin û civak neheqî û zilmê qebûl nekin. Baweriya min bi serketina jin û gelan heye û ya girîng ew e em yek bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button