‘Jiyana komî bi wate û pîroz e’
Asya Weşûkanî

Jinwar gundê navdar ê jinan e ku xwedî wate û girîngiyeke pir cuda ye. Piştî bajarê Star ê cihê textê xwedawenda jin a navdar Nînhûrsak a navê wê tê wateya dayika xwedawend a çiyayî, cara yekê ye warekî jinan ê taybet û serbixwe, hat çêkirin. Her çiqasî hin jin di ferqa wateya gundê Jinwar de nebin jî divê were zanîn ku wateyeke gund a civakî, siyasî û exlaqî heye.
Hewce ye ji hêla hemû jinan ve li ser gundê Jinwar lêkolîn werin kirin. Jinwar cihê hêza jinan a komî ye. Di heman demê de cihê ked û têkoşînê ye. Warê vîndarî û bi xwe bawerbûna jinên çalakvan e. Xwedîderketina Tevgera Jin a li jin û zarokan erkeke mirovî ye. Cara yekem e projeyeke wiha qîmetdar ji jinan re tê sazkirin û divê wateya wê ya dewlemend were naskirin, xwedî lê were derketin.
Ji bo ku mirov weke jin li gundê xwe xwedî derkeve û wateyê lê bar bike teqez hewce ye têkildarî wê lêkolîn bike û bi hurmet nêzîkatî jêre bide raberkirin. Ez careke din dubare dikim û dibêjim, gundê Jinwar cihê jinên berxwedêr û kedkar e. Dema Jinwar an jî warê jinê tê gotin civaka xwezayî û jiyana wê ya komînal tê bîra mirovan.
Weke şexs di serdana xwe ya Jinwar de min pir coş, moral û hêz ji jinên li wir girt. Pêwîst e gelek gundên wiha hebin ji bo em weke jin xwedî li hev derkevin û hevdu bihêz bikin. Ez weke jinekê dibêjim ku jiyana komî bi wate û pîroz e. Jixwe pergala mêrperest û desthilatdar wiha li jinan kiriye ku hevdu tehemûl nekin û ji hevdu hesûd bibin. Ez jî dibêjim ku bi rastî ti tiştek tineye bibe sedem jin ji hevdu hesûd bibin û hevdu qebûl nekin. Ya din jî divê were zanîn ku eger hesûdiyek hebe jî sedema xwe ji hişmendiya mêrperest û bandora wê digire.
Dema mirov dikeve nava gundê Jinwar û bi wan dayikên dilovan re nîqaş dike dilê mirov fireh dibe. Mirov dibe hevparê kelecan û manewiyata dayik û zarokan li wir. Ya din jî mirov dibêje naxwe ked û têkoşîna hevalên berpirsiyar encam digire û divê çend gundên din ên wiha ji jin û zarokan re bên vekirin. Pêwîst e her kes xwe di ber wan jin û zarokan de berpirsiyar bibîne û ji bo pêşveçûna wan ked bide. Hewce ye mirov bizane ku ev modela dayik û zarokên hemdem ên pêşerojê ne.
Bêguman divê ji bo mêran jî projeyên wiha werin çêkirin da ku jin, mêr û malbatên wekhev û azad pêş bikevin. Mebesta min ji çêkirina projeyên ji bo mêran ew e ku divê mêr jî fêrî jiyana komî bibin, li ser pîvan û rêgezên jiyana sosyalîst werin perwerdekirin. Hewce ye ti jin û ti mêr ji derveyî komînê nemîne. Jixwe yê ji derveyî komînê bimîne jî wê bibe nêçîra pergala desthilatdar û şerê wê taybet.
Pêwîst e jin û civak rastiya pergala 30 hezar salî ya mêrê qatil kastîk pir baş û bi hûrgilî fêm bikin. Li ser vî esasî jî divê li hemberî wê hişmendiyê bi dijwarî têkoşîn bikin û xwe di serketinê de kilît bikin. Hewce ye bêjin, ‘Êdî bes e ji hişmendiya mêrperest, xasûk, qatil û tundrew re!’
Gundê Jinwar gundê me hemûyan e. Em pê pir kêfxweş û dilgeş dibin. Heya dawî li hişmendiya desthilatdar û kujer neyê, wê ne wekhevî û ne jî xwişk û biratî pêk were. Naxwe divê hemû ked û têkoşîna me ji bo jiyana wekhev û sosyalîst be.
Vaye Jineolojiyê dest bi projên wiha sosyalîst kiriye. Xwezaya jinê hîn zêdetir nêzî sosyalîstbûnê ye û ya din jî civak li derdora jinê şekil girtiye. Heke jin zana bibe û xwe ji rewşa mal û milk rizgar bike, wê karibe mêr jî li ser wan rêgezan perwerde bike. Jin wê karibe mêran ji wê hişmendiya mêrperest û desthilatdar xelas bike, wan fêrî jiyana komî û civakî bike. Pergaleke aştîxwaz û demokratîk bi hêza kolektîf, yanî bi hêza her du zayendan pêkan e.