Rêber Apo ji bo me hêza serketin û azadiyê ye
Evîn Bêkes

Ev zêdetirî 52 salan e Rêber Apo ji bo azadiya jin û civakê têkoşîn dike. Di tevahî jiyana xwe de ji bo wekhevî û aştiyê xebitiye û hîn jî dibêje ku ji demên berê deh qat zêdetir ji bo aştî û civaka demokratîk dixebite. Rêbertî diyar dike ku pêdivî bi hêza gerdûnî ya mirovahiyê heye û wê ji vê pêvajoyê re pêşengtiyê bike. Rêber Apo navenda manewiyat û kelecanê ye. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo me sedema têkoşînê ye.
Weke jineke ciwan xwe amade dibînim û dibêjim, “Ez jî dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim û dema Rêber Apo bibînim ez ê jêre qala rewşa jin û civakê bikim. Ez ê bi hemû hestên xwe Rêbertî guhdar bikim da ku têkoşîna xwe jî bilindtir bikim.”
Bila şaş neyê fêmkirin ku eger Rêber Apo nebînim ez ê nikaribim xwe biguherim yan jî têkoşîn bikim. Jixwe Rêber Abdullah Ocalan gelek caran ji me re gotiye, “Pirtûk û parêznameyên min li ku derê bin ez li wir im.” Rêber Apo her di dil mejî û ruhê me de ye. Ji bo me jin û ciwanan hêza vîndarî û berxwedanê ye. Hêza serketin û azadiyê ye.
Rêber Apo ji bo me jinan têkoşîneke pir xurt daye meşandin. Hîn jî têkoşîn dike û ji me bi hêvî ye ku em jî ji wê ked û têkoşînê re bibin bersiv, xwe bi xwe bi rêve bibin û bibin îlhama têkoşîna gelan. Li ser van bingehan ez xwe weke jineke ciwan lêpirsîn dikim. Her sibe diçim ber wêneyê Rêber Apo bi xwe re dikevim nava diyalogê de û pirsa, “Gelo ez çiqasî bûme ya xwe û ez xwebûnê dijîm?” Ez pir li ser mijara hebûn û xwebûnê lêhûrbûnê dikim û dibêjim, gelo ez ê kengî Rêber Apo bibînim, qala xwe û xwebûna jêre bikim.
Ez weke jineke ciwan kêmasî û lawaziyên xwe yên di nav dibînim. Ez her di nav hewldanan de me ku xwe pêş bixim weke jineke şoreşger xwe azad bikim û ji bo azadiya tevahî jinan têkoşîn bikim. Ji ber me weke jin ji hezarê salan ve azadî nedîtiye. Ev jî dibe sedem ku hinek kes wateya azadiyê nizanibin û bi hesanî ji diçin koledariyê qebûl dikin. Ev jî bêguman tiştekî pir sosret e. Lê ev rastiyeke ku divê jin xwe ji wan lawaziyan rizgar bikin, xwedî li keda Rêber Apo û têkoşîna wî xwedî derkevin.