‘Ji bo civaka Êzidî me erka xwe ya dîrokî pêk anî’

Qehreman Têkoşêr ê li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû got, “Weke şervanên Apoyî bi mudaxeleya li hember êrîşên li ser Şengalê me erka xwe ya dîrokî ya ji bo civaka xwe ya Êzidî pêk anî. Eger mudaxeleyeke wer çênebûba em ê rastî karesateke pir mezin a mirovî hatibana.”

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û li hember civaka Êzidî komkujiyên hovane pêk anîn. Têkildarî 11. salvegera êrîşa li ser civaka Êzidî gaziyê şer Qehreman Têkoşer ê di mudaxeleya li hember çeteyên DAÎŞ’ê de li Şengalê birîndar bibû nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziyê Şer Qehreman Têkoşêr diyar kir ku civaka Êzidî yek ji civakên herî qedîm ên Kurdistan, Mezopotamya û Rojhilata Navîn e û got,  “Tevî hemû ferman, êrîş û komkujiyan dest ji bawerî, ziman û rêûresma xwe bernedane. Koka Kurdîtiyê heya îro bi jiyan û çanda xwe domandine. Yek ji sedema herî girîng a hêzên dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî xelkê me yê Êzidî kirin jî ev e.  Wan dixwest di şexsê Êzidiyan de Kurdên azadîxwaz bi temamî ji holê rakin.”

Qehreman anî ziman ku di pêvajoya ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî xelkê me yê Êzidî kirin wî jî weke yek ji şervanên Apoyî cihê xwe di nav komên ji bo mudaxeleyê berê xwe dan Şengalê de girt û wiha domand, “Me weke şervanên Apoyî erka xwe ya dîrokî pêk anî. Bi sedan hevalên me ji bo parastina xelkê Êzidî û warê wan ê pîroz Şengalê şehîd û birîndar bûn. Lê eger mudaxeleyeke wer çênebûba dibe ku karesateke pir mezin a mirovî rû daba.”

Gaziyê şer diyar kir ku hema çawa li hember Şengalê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir hêzên PDK’ê ji herêmê Şengalê vekişiyan û got, “Zarok, jin, pîr û kal tevahî xelkên sivîl bêparastin hiştibûn. Şervan û gerîlayên azadiyê di demeke pir kurt de xwe bi hawara gel ve gihandin û rê li ber komkujiyên mezin girtin. Piştî rizgarkirina Şengalê xelkê me yê Êzidî yê li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo xweparastin û xwerêveberiya xwe pêş xist cihê serbilindiyê ye. Divê were zanîn ku ti hêz nikare civakeke rêxistinkirî têk bibe.”

Qehreman Têkoşêr destnîşan kir ku ji bo li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bûye serbilind e û ev xisûs anî ziman, “Ez ti carî ji bo birîndariya xwe  xemgîn nebûm. Ji ber ez dizanim ku di rêyeke şeref û rûmetê de ez birîndar bûme. Bi dehan hevalên ez nas dikim û me  li rex hev, li dijî çeteyan şer kir şehîd bûn. Ez pir şanaz im ku ji bo armanceke pîroz min ji cane xwe parçe dane.”

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer bi wan hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Banga min li tevahiya ciwanên Kurd û bi taybet li ciwanên Êzidî ew e,  li ku derê dibin bila bibin, ji bo xak û gelê xwe têkoşîn bikin. Mirovên bê ax û bê gel timî şikestî ne. Lewma divê em li ser esasê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, cihê xwe yê di nav têkoşîna azadiyê de bigirin. Li ser vî esasî ez tevahî xelkê me yê Êzidî silav dikim. Em ê heya dawiyê di rêya şehîdên xwe de bimeşin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button