Dilên azadiyê pêşeng û serkêşên civakê ne

Mazlûm Yildiz

Teqez divê were zanîn ku dilên azadiyê, pêşeng û serkêşên civakê ne. Em ji hevalê Weysî Aktaş bigirin tevahî hevrêyên din ên bi dehan salan di zindanan de mane ji bo xak û gelê xwe şoreşgerî kirin, li ber xwe dan. Di pêşengiya Rêber Apo de  bi sebir û tehemûleke bêhempa şoreşa Kurdistanê gihandin asta me ya îro. Em weke gel û şoreger deyndarên wan in.

Têkoşîn û berxwedana zindanan a ji Mazlûm, Ferhadan, Kemal û Xeyriyan dest pê kir, ji bo li deşt û çiyayên Kurdistanê têkoşîn mezin bibe rê vekir. Mîras û rêûresmeke berxwedanê ava bû.

Dibe ku hinek kes wirde û virde xeber bidin, lê yên jiyane û dîtine  dizanin bê ka zindan çi li mirovan dike. Her kêliyeke li zindanê mîna salekê ye.

Jixwe dema min li wêneyê ciwantiyê yê heval Weysî temaşe kir û dema wî ya niha da ber hev, min ji kûrahiya dilê xwe his kir bê ka di nav çiqas zor û zehmetiyan re derbas bûye. Lê ligel vê kesayeteke xwe bi bîrdozî û fikrên Rêber Apo gurçûpêç kiriye jî xwe bi her awayî di şexsê hevrê Weysî de dide nîşandan.

Ez bi rêz û hurmeteke mezin dibêjim, “Tu bi xêr hatî nav xel û mirovên xwe hevrêyê hêja Weysî.” Tu bi reng û bêhna Girava Îmraliyê ya Rêbertiya me lê ye hatî Kurdistanê. Te silavên Rêber Apo ji me re anîn û te got, “Serok dibêje, ‘Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.’”

Em ji Rêbertiya xwe û ji we pir bawer in ku ev pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me dest pê kir, wê bi serketinê bi encam bibe.

Em pir bi hêvî ne ku di demeke herî nêz de Rêber Apo jî di nava xwe de bibînin û li dora Rêbertî bicivin. Jixwe Rêber Apo di fikir û ruh de bi berdewamî bi me re ye, lê bi awayekî fizîkî dema em Rêbertî bibînin, helbet wê pir û pir cuda be. Bi hêviya rojên azad ên bi Rêbertiyê re em careke din dibêjin tu bi xêr hatî hevalê Weysî.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button