Dilsozê Rêbertî, gel û xaka pîroz: Polat Herekol

Şoreşgerê mezin, dilsozê Rêbertî, gel û xaka pîroz Polat Herekol berî niha bi 9 salan 27’ Tîrmeha 2016’an di encama êrîşeke bombeyî ya  çeteyên DAÎŞ’ê de li Qamişlo bi 61 welatiyan re tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrê Polat Herekol ê ji Akademiya Mahsum Korkmaz a li Lubnanê heya çiyayên Kurdistanê, li gelek qadên têkoşînê xebateke bêhempa meşand, ji bo tevahî gaziyên şer, gelên azadîxwaz û hevrêyên xwe mînaka jiyan û berxwedanê ye.

Hevrê Polat Herekol (Mihdî Şakir Ebdî) yê  sala 1967’an li Rojavayê Kurdistanê  bajarê Qamişlo ji dayik bû, di temenekî ciwan de Tevgera Azadiyê nas dike û sala 1987’an li Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz a li Geliyê Bekaa yê Lubnanê li cem Rêber Apo perwerdeya îdeolojîk û eskerî dbîne.

Hevrê Polat sala 1988’an derbasî çiyayên Kurdistanê dibe û 1991’ê li çiyayê Herekolê yê Bakurê Kurdistanê di şerekî li hember artêşa dagirker a Tirk de birîndar dibe.

Hevrê Polat birîndariyê ji xwe re nake astengî û weke gaziyekî şer li gelek qadên têkoşînê tevlî kar û xebatan dibe. Şoreşgerê mezin Polat bi jiyan, têkoşîn, hevaltî û dilsoziya xwe ya bi nirxên şoreşê timî ji heval û hogirên xwe re dibe mînak.

Hevrê Polat bi coş û heycaneke mezin cihê xwe di xebatên avakirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jî ku digire, ji bo şoreşa mirovatiyê bigihîje hemû gelan û baweriyan kedeke mezin dide.

Heval û hevrêyê Îsmaîlan, Rusteman, Şîlanan, Xebatan hevrê Polat 27’ê Tîrmeha 2016’an dema serdana Mala Gel a li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo dike, di encama êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de tevlî karwanê nemiran dibe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button