‘Hêviya me pir mezin e’

Gaziya şer Ezîme Zagros a pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin silav kir û got, “Weke hevalên gaziyên şer hêviya me bi serkeftinê pir mezin e. Em ê hêvî û armancên şehîdên xwe teqez pêk bînin. Em ji bo pêvajoyê amade ne. Em ê ji keda Rêber Apo re bibin bersiv.”
Gaziya şer Ezîme Zagros têkildarî pêvajoya nû ya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir nêrînên xwe anîn ziman.
Ezîme Zagros anî ziman ku Rêber Apo bi kelecaneke pir mezin ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk û siyasî çareser bibin di nav hewldanan de ye û got, “Divê were zanîn ku 52 sal in Rêber Apo bênavber têkoşîn dike. Em bi peyam û banga Rêber Apo ya bi dîmen a 9’ê Tîrmehê hat weşandin pir kêfxweş bûn. Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin. Niha jî hewl dide herkesî beşdarî nava pêvajoyê bike.”
Gaziya şer Ezîme anî ziman ku ew heya dawiyê dilsozê Rêberê xwe ne û wiha domand, “Peyama Rêber Apo perspektîfa serdema nû ye. Em ji Rêberê xwe pir bawer in. Rêber Apo bi hostatî, kar û xebat dike. Wê ev pêvajo di pêşengiya Rêber Apo de bigihîje serketinê. Li ser esasê banga Rêber Apo komek gerîlayên azadiyê li çiyayên azad bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Vê nîşanî hemû cîhanê da ku gelê Kurd û gerîlayên azadiyê ji bo çareseriyê amade ne. Pêwîst e dewleta Tirk jî li gor vê gavên erênî biavêje.”
Ezîme Zagros bal kişand ser helwesta gelê Kurd û bi taybet a jin û dayikan û wiha dewam kir, “Dayik û jin bi helwesta xwe nîşan didin ku ew timî bi Rêberê xwe re ne. Jin û dayik diyar dikin ku ew ji bo pêşxistina pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir amade ne. Divê di vê merheleyê de em bi giştî û bi taybet ciwan bêsekn ji bo avakirina civaka komînalîst û sosyalîst ji her demê bêhtir bixebitin.”
Gaziya şer Ezîme Zagros axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke hevalên gaziyên şer hêviya me bi serkeftinê pir mezin e. Em ê hêvî û armancên şehîdên xwe teqez pêk bînin. Em ji bo pêvajoyê amade ne. Em ê ji keda Rêber Apo re bibin bersiv. Careke din ez silav, hezkirin û hurmeta xwe ji warê şoreşê Rojava, heya girava Îmraliyê ji Rêberê aştî û civaka demokratîk re dişînim.”