Rastiya Rêbertî meşa herî pîroz e
Asya Weşûkanî

Dema mirov temaşeyî guhertin û veguhertinên li Kurdistanê, têne jiyîn dike, mirov hîn baştir Rêber Apo fêm dike. Meriv ked û têkoşîna Rêbertî ya 52 salan têdigihêje û his dike bê ji bo gelê Kurd bîne vê asta îro a çiqasî, zor û zehmetî kişandiye. Nexasim di nava van 27 salên dawiyê de ji her tiştî hatibû dûrxistin. Weke rehîne dihate ragirtin. Di wê girava zilmê de nedihiştin teyr û çivîk jî li ber pencereya hucreya têde deyne û bêhna kulîlkên li hewşê şîn bûne bigire.
Rêber Apo gelek caran gotiye, “Mirovê herî ji xwe bawer ê dibêje ‘Ez şoreşger im’ jî nikare xwe deh rojan li vê girtîgehê bimîne. Ya wê dîn bibe yan jî wê teslîm bibe.”
Rêber Apo bi salan e li girava Îmraliyê di nav şert û mercên herî zehmet de berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Baweriya her kesî qezenc kir. Îspat kirin ku li ser heqiyê ye. Tevahî gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê, tevî dost û hevalên xwe li Rêber Apo xwedî derketin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi rojan li qad û kolanan man û gotin: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”
Rêber Apo ji berê de dibêje, “Azadiya min azadiya gelê Kurd e. Min qet azadiya xwe nekiriye rojevê. Ez ji bo azadiya we û mirovahiyê dixebitim.” Em gelê Kurd mirî bûn. Rêber Apo em zindî kirin û em bi cîhanê dan naskirin. 28 serhildanên Kurdan çêbûn û hemû jî pir bi trajedî hatin bidawîkirin. Gelek, pêşengên me hatin darvekirin. Dewletê zar û zêçên wan kirin dibistanên xwe û ew kirin Kurdên xwe.
Ji ber wê Rêber Apo dibêje: “Ew Kurdên dihatin darvekirin îro jî li ber maseya siyasetê rûdinên. Ev jî pêşketin û qezenca gelê Kurd e.” Tekez divê were zanîn ku Rêber Apo mirovekî aqilmend û zana ye. Karê xwe pir bi hosteyî pêk tîne. Ew xefka ji Kurd û Tirkan re hatibû danîn xerab kir. Niha jî weke aktorê herî sereke yê aştiyê ye. Ji bo pirsgirêka Kurd û Tirk çareser bike bi tempoyeke pir xurt dixebite. Lê mixabin hinek kesên, revok, xayîn, hiş û aqlê wan riziyayî û Kurdîtiya xwe ji zû ve firotine, dest bi rêşkirina pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin dikin.
Qet bila kes xwe li ser keda Rêber Apo nede jiyîn. Ew kesên xayîn, xwefiroş û revok ên îro dijbertiya Rêbertiya me, Tevgera Azadiyê û pêvajoya nû dikin, divê zanibin dema wextê wê hat, dê gelê Kurd destê xwe têxe, pêsîra wan û hesab ji wan bixwaze. Rêber Apo tenê hêjaye ku mirov xwe jêre bike qurban. Meşa li gor fikir, îdeolojî û rastiya Rêbertî, meşa herî pîroz e.
Kesek eger bixwaze Rêbertiyê baş fêm bike û nas bike, divê parêzname, pirtûk û tehlîlên Rêber Apo bixwîne. Ew kesên ji Tevgera Azadiyê û Rêbertî dûr disekinin, dîsa yên zû tên xapandin jî ez bawer im bi rêya lêhûrbûn û xwendinê wê karibin rêya rast bibînin û xwe zelal bikin. Jixwe Rêber Apo, çi jin çi mêr dixwaze her kes xwe pêş bixe û bibe pêşeng. Ev xisûs perspektîfa Rêber Apo ya demê ye.