Rêbertî rêya azadiyê rohnî kiriye

Gaziyê şer Serbest Mêrdîn diyar kir ku Rêber Apo rêya diçe azadiya gelan rohnî kiriye û got, “Divê were zanîn ku Rêber Apo ji rêber û pêşengên din gelekî cudatir e. Ev jî ji bo hemû gelan, bi taybet jî ji bo gelê Kurd şansekî pir mezin e.”
Gaziyê şer Serbest Mêrdîn têkildarî mijara ku divê gaziyên şer di vê pêvajoyê de çawa tevbigerin ji ajansa me re axivî.
Serbest Mêrdîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya ji bo tevahiya mirovatiyê û got, “Rêber Apo bi salan e ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn dike. Rêbertî rêya diçe azadiya gelan rohnî kiriye. Divê were zanîn ku Rêber Apo ji rêber û pêşengên din gelekî cudatir e. Ev jî ji bo hemû gelan, bi taybet jî ji bo gelê Kurd şansekî pir mezin e. Rêbertiya me xwest di destpêkê de gelê Kurd ê hatibû ber qeraxa tinebûnê rake ser piyan. Ji bo Kurd ji xwe bawer bin û xwe pêş bixin ket nav hewldanên mezin. Rêbertiya me rewşa civaka Kurd û bi taybet ya jinên Kurd tehlîl kir. Ji bo ji kêmasiyên xwe bibihurin ew rexne kirin û di her alî de serwext kirin. Îro em dibînin ku ev gel û jin pêşengtiyê ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re dikin.”
Gaziyê şer Serbest Mêrdîn anî ziman ku bindestî ne qedera gelan e û wiha dewam kir, “Di parêzname û tehlîlên Rêber Apo de çi tişta ji bo jiyaneke bi rûmet pêwîst e hene. Ya dikeve ser milên me ew e, em fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bigihînin gelan. Di roja me de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li her derê belav bûye. Rêya azadî çareseriyê di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Divê bi şev û roj em bixebitin da ku fikrên Rêbertiya xwe di nav civakan de belav bikin.”
Serbest Mêrdîn anî ziman ku dem hatiye weke gel û netewe xwe pêş bixin û wiha axivî, “Hewce ye em erkên xwe yên demê pêk bînin. Her wiha divê em weke pêşengên civaka mirovahiyê serketî bin û paradîgmaya Rêber Apo jiyanî bikin. Ev wezîfeya her şoreşgerekê û şoreşgerekî ye.”
Gaziyê şer Serbest Mêrdîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser van bingehan ez jî weke gaziyekî şer hewl didim xwe li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo pêş bixim û bibim şagirtekî xurt ê Rêbertî. Rêber Apo qîmetekî pir mezin dide gaziyên şer. Ji bo em bibin layiqî Rêbertiya xwe divê em jî bi rola xwe ya demê rabin, bi hemû hêza xwe xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî derkevin.”