Avakirina jiyaneke azad û wekhev mimkun e

Selena Dêrik

Di her serdemekê de jin her tim di şer û pevçûnan de bûye qurban. Di bin navê namûsê yan jî bi rê û rêbazên cuda hatiye çewisandin û jiyana wê hatiye reşkirin. Weke mirov jî nedihat hesibandin.

Jin hebûneke xwedî hest, fikir û îrade ye, lê pir caran kesî ev milê wê nedidît yan jî ji nedîtî ve dihatin. Tişta her tim ji bo kesên xwedî zîhniyeta serwer dihat xuyakirin ew bû ku jin weke barekî ye, nîşaneya xerabiyê ye.

Ew mirova xwedî li jiyanê derdiket û civak bi saya wê li ser piyan disekinî, hatibû rewşeke bîstûçar saetan kar bike, divê neweste û timî zarokan bîne dinyayê. Êdî ferqa jinê û makîneyekê ji hev nebû. Her çendî hin serdem ji yên din cudatir bin jî, her tim di jiyanê, rêzik û biryarên serweran de jin tine bû.

Weke zindiyeke ji her tiştî mehrûm dihat hesibandin. Jin tevî kedkara her mezin e jî dihat paşguhkirin. Di cîhanê de pir kesayetên girîng û navdar hene ku li pişt serketina wan teqez jin hene. Lê ew jina timî diafirîne, ava dike, bi rêk û pêk dike li pişt perdeyan dihat hiştin.

Rêbertî hê di zarokatiya xwe de rewşa jinê baş tehlîl dike û ji bo peydakirina çareseriyên di vê mijarê de tim di nav lêgerînan de ye. Rêbertî her tim li ser mijara azadiya jinê ji her kesî cudatir difikire. Têkildarî jinek wê çawa bibe xwedî îrade? Wê çawa bibe xwebûn û nebe aîdî kesekî din? ket nav lêhûrbûnan.

Rêber Apo ew hêza ku jin dikare pêşengtiyê bike didît. Li ser esasî bi avakirina PKK’ê re û hê di dema koma Apoyiyan de Rêbertî dixwest hevalên jin tevlî nav tevgerê bibin û xwe pêş bixin. Rêbertî di mijara azadiya jin, pêşxistina îrade û hêza wê de dest bi gavavêtinên nû kir. Rêber Apo destnîşan kir ku azadiya jin ji azadiya welat girîngtir e.

Rêber Apo yê 27 sal in li girava Îmraliyê ye di nav şert û mercên herî zehmet de jî bi fikir û perspektîfên xwe yên têkildarî têkoşîna jin û azadiya wê de hêz, moral û îlhamê dide hemû jinan.

Di têkoşîna PKK’ê ya nêzî 50 salî de, di şexsê jinên şoreşger Besê Anûş, Ezîme, Bêrîtan, Bêrîvan, Zinarîn, Zîlan, Sara û Delalan de îro jinên Kurd ji bo hemû gelên bindest û jinên azadîxwaz de bûne hêviya, “Êdî avakirina jiyaneke azad, wekhev û bêzext mimkun e.” Ev teqez wê li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava bibe û pêş bikeve.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button