‘Ez zarokê civaka xwezayî me’
Azadî Helebce

“Em di destpêka dîrokê de veşartîne û dîrok di roja me ya îro veşartiye.”
Bi hezaran salan civak bi rengekî xwezayî bê şer bi hev re jiyan e. Eger pêvçûnek çêbûbe jî tenê ji bo xwe têrkirinê ye, ne ji bo deshilatdariyê ye. Lewma di wan deman de pêwîstî bi têgînên weke demokrasî yan jî aştî nehatiye dîtin. Lê piştî şikestina yekem a jinê ya di destana Înanna û Enkî de xuya dike û koletiya bi zîhniyeta mêrê serdest di şexsê jinê de li ser civakan heya roja me îro tê meşandin. Vê serwerî û zilmê hemû cîhan di nava qeyraneke şer de hiştiye. Lewma gelek peyvên nû yên mîna Amargî (vegera li dayikê, civaka xwezayî), demokrasî, maf û hwd. di ferhenga civakan de bi cih bûn.
Rêber Apo di nirxandinên xwe de dibêje, “Ez zarokê civaka xwezayî me.” Ev zêdetirî 50 salî ye Rêbertî ji bo azadiya hemû gelan û jinan li hember dagirkeriyê û zîhniyeta desthilatdar di nav têkoşîneke herî muezem de ye.
Rêber Apo ev berxwedana bi salan bi paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê weke rêya azadî û wekheviya herî bi rûmet diyarî gelan û jinan kir. Ji ber vê hemû hêzên hegemonîk û dewletên netewe îdeolojî û fikrên Rêber Apo ji bo berjewendiyên xwe bi tehlûke dibînin. Lewma ji bo paradîgma û pêvajoyên Rêbertî dane destpêkirin asteng bikin di nav êrîşên nemerd de ne.
Rêber Apo di tevahiya têkoşîna xwe de hewl dide pirsgirêkan bi rêya aştiyê çareser bike. Lewma pir caran agirbest ragihandin û pêvajoyên nû dan destpêkirin. Lê dîsa hêzên komploger û şerxwaz timî astengî derxistin û nehiştin ew pêvajo bi encam bibin. Kesên ku di nava dewletê de alîgirên aştiyê bûn tesfiyekirin. Mînakên wê yên berbiçav jî kuştina serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal û fermandarê jendermeyan ê artêşê Eşref Bîtlîs in. Ev xisûsên me anîn ziman dibin sedema mirov têkildarî mirina Sirri Sureyya Onder ê di heyeta DEM Partî ya Îmraliyê de cih digirt jî bikeve nav gumanan. Ji ber kesên serokkomar û fermandarên artêşa xwe bikujin dikarin bi rêbazên cuda gelek mirovên ji xwe re weke astengî dibînin qetil bikin.
Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê re careke din xwest ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe pêvajoyeke nû da destpêkirin. Niha jî mîna berê hêz û kesên şerxwaz û komploger ketine dewrê û dixwazin vê pêvajoyê bixitimînin.
Divê were zanîn ku Rêber Apo bi rade û zanebûneke bilind vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Vê carê dîrok bi destê pêşengê mezin Rêber Apo tê nivîsandin û ev pêvajo wê bi serkeftina projeya aştî û civaka demokratîk bi encam bibe. Ev sed sal wê bibe şikestina hêzên kapîtalîst û hegemonîk a li hember paradîgmaya neteweya demokratîk.
Lewma weke gelên herêmê divê em bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi ji destê me bê em bikin.