Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wefat kir

 

Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partî Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya lê dihate dermankirin, wefat kir.

Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder piştî tedawiya 18 rojan, li Nexweşxaneya Floransa Nightingale ya lê dihate dermankirin koça dawî kir.

Sırrı Süreyya Önder di dîroka dawî ya Tirkiyeyê de ku weke kesayetek siyasî derket pêş, dilê xwe di oxira aştî û demokrasiyê de feda kir. Ew bi eslê xwe Tirkmen e. Xebat û têkoşîna wî ji bo aştî û pêkvejiyana gelan bû.

Li kêleka siyasetê, bi rêya hunera rexneyî li ser hişyarkirina gelên Tirkiyeyê kar kiriye. Ew Serokwekîlê Meclîsa Tirkiye û  Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bû.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button