‘Dijmin bi êrîşa li ser Qereçoxê re dixwest hêviyên gelan bişikîne’

Gaziyê şer Rêzan Masîro yê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî got, “Ji bo şoreşa gelan gelek berdêl hatine dayîn. Dewleta Tirk bi êrîşa hovane ya li hember çiyayê Qereçoxê dixwest hêviyên gelên herêmê bişikîne”

Dewleta Tirk a dagirker a bi salan ji bo têkbirina şoreşa Rojava her cure alîkarî dida çeteyên DAIŞ’ê, piştî dît ku çete li hember şervanên azadiyên yên YPG-YPJ’ê rastî têkçûneke mezin tên 25’ê Nîsana 2017’an bi balafirên şer bi nemerdî êrîşî çiyayê Qereçox ê Rojavayê Kurdistan kir.

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyê şer Rêzan Masîro bi wesîleya 8’emîn salvegera êrîşa li ser çiyayê Qereçoxê nêrînên xwe anîn ziman.

Rêzan Masîro yê di destpêka axaftina xwe de şehîdên Qereçoxê bi bîr anî got, “Helbet ev roj wer bi tesadûfî nehatibû hilbijartin, 24-25’ê Nîsana 1915’an Asûrî û Ermeniyên gelên qedîm ên Anatolya û Mezopotamyayê ji hêla heman zîhniyeta Tirkperest ve rastî komkujiyên mezin hatibûn. Dewleta Tirk bi vê êrîşa hovane ya li hember çiyayê Qereçoxê dixwest hêviyên gelên herêmê bişikîne.”

Gaziyê şer Rêzan Masîro destnîşan kir ku di wê pêvajoyê de çeteyên DAIŞ’ê li hember şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ketibûn rewşeke pir xerab û wiha dewam kir, “Şervanên azadiyê yên xwe bi raman û bîrdoziya Rêber Apo perwerde kiribûn, li Tebqa û Reqayê êdî bi temamî dawî li xilafeta DAIŞ’ê dianîn. Dewleta Tirk a ew hezm nedikir, hewl da bi êrîşeke wer hêz, moral û coşa şervanên rûmetê lawaz bike û rê li ber çeteyan veke ku xwe ji nû ve komî ser hev bikin.”

Rêzan Masîro anî ziman ku şoreşa şoreşa Bakur û Rojilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên azadîxwaz bûye rohniya pêkve jiyanê û wiha axivî, “Weke tevahî cîhanê jî şahidî jêre kir, berxwedan û têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê bi ser ket. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû hêviya hemû azadîxwazan.”

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Masîro di dawiyê de jî got, “Şehîdên Qereçoxê wê timî pêşengên berxwedana me bin. Em ê her tim di rêya şehîdên xwe de bêteredut bimeşin. Ji bo şoreşa gelan gelek berdêl hatine dayîn. Ji niha û şûn ve jî ji bo parastina nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destketiyên gelên xwe çi hewce bike em ê bînin cih. Di vê mijarê de bila gelên me piştrast bin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button