Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Hogir Amed hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star dewreyek perwerdeyê ya bi navê Şehîd Hogir Amed vekir.
Komîteya tendurîstiyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyeke perwerdeyê ya tenduristiyê ya bi navê Şehîd Hogir Amed vekir.
Dewre bi beşdariya gelek kesan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan hat vekirin. Di merasîma vekirina dewreyê de ji rêveberên Kongra Star a bajarê Hesekê Nahîd Silêman axivî. Nahîd Silêman bal kişand ser kesayet û têkoşîna şehîd Hogir û got, “Şehîd Hogir tevî gaziyekî şer bû jî heya dawiyê ji bo azadiya gelan têkoşîn kir. Timî li ser esasê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo meşiya. Bi ruh û bedena xwe ji bo azadiya gelan têkoşîn kir.”
Hogir Amed ê yek ji gaziyên şer bû 11’ê Mijdara 2024’an di encama teqîna mayînekê de bi hevrêyê gaziyê şer Serkêş Riha û hevalê xwe yê ajokar Hemze Serêkaniyê re şehîd bûn.