Hejmara nû ya kovara gaziyên şer ‘Berxwedan Jiyan e’ derket

Hejmara şeşemîn a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê “Ti kes nikare roja me tarî bike” derket.

Kovara gaziyên şer “Berxwedan Jiyan e” ya weke bultena leşkerî bîrdozî û siyasî ya du mehan a FGBRS bi naverokeke dewlemend û bi sernavê “Ti kes nikare roja me tarî bike” derket.

Di hejmara şeşemîn a kovara bi Kurdî û Erebî de analîza Rêber Apo ya têkildarî komploya navneteweyî, nivîs û roportajên bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta du jinên pêşeng Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik hene.

Di heman demê daxuyaniyên ji bo bîranîna gaziyên şer ên di pêvajoya dawî de şehîd bûne jî di kovarê de cih digirin.

Dîsa civîn, semîner, kar û xebatên ji aliyê gaziyên şer ve hatine kirin jî di kovarê de hene.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button