Ji wargeh û çiyayên azad ji bo gaziyên şer

Dorşîn Kurdistan

Weke tê zanîn di Tevgera Azadiyê ya Apoyî de, bûyîna hevrêyên heqîqetê herî zêde hûn gaziyên şer his dikin û didin hiskirin. Ez jî hevalên gazî weke hevrêyên Rêber Apo dibînim û we silav dikim. Hevalên bedew û giranbiha, divê bi sedema hûn ji qadên şer ên çiyayên azad dûr in xemgîn nebin. Hevalên weke we hêja û delal ku parçeyek ji bedena xwe dane hîn jî bi dil û mejiyê xwe hûn li çiyayên azad û di nav şer de ne. Hevrêyên bedew û rind we bedena xwe kir mertal, we hêvî û hevaltiya pêşerojê parast. Rêber Apo dibêje “Gazî şehîdên dijîn û sax in.” Em jî bi hurmet û minetdarî we silav dikin.

Em di serî de rewşa we pir meraq dikin û ji tevahî hevalên gaziyên şer re silavên xwe yên germ ên bi ba û bawerzînên çiyayên  azad hatine strandin dişînin. Em bi hêvî ne ku rewşa we ya tenduristiyê baş be.

Hevalino!..

Dilê me dixwest li şûna nivîsandina vê notê, me hûn bi xwe dîtibana û li gel we diyalog kiriba. Lê mixabin pêvajoya em niha tê de rê nade em hevdu bibînin. Lê belê em di fikir û ruhên xwe her tim li cem hev in û hevdu his dikin.

Ez rewşa we yek bi yek meraq dikim, hêvîdar im rewşa we baş û tenduristiya we guncav be. Di navbera me de çiqas mesafe hebin bila hebin, manewiyat û hêza hevaltiya we dide, me li ser lingan dihêle û îradeya me ya di serketinê de xurttir dike. Bi taybetî jî di vê pêvajoya em têde derbas dibin, em ji dil û bawer dikin ku bi agirê serketina bihara sala 2025’an em ê komploya navneteweyî bi temamî pûç bikin û azadiya fizîkî ya Rêberê xwe teqez pêk bînin. Em ê ji her demê zêdetir têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em zanibin ku ji her demê zêdetir em nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ne.

Em ê hêvî û armancên şehîdên xwe pêk bînin. Bi vêwesîleyê em şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî bi bîr tînin. Em li ku derê dibin bila bibin tekez wê tekoşîna me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo be û me xwe di wê hedef û armancê de kilît kiriye.

Hevalên me yên li vir we hemûyan silav dikin û ji we re şîfaya lezgîn hêvî dikin. Ez jî we hemûyan bi hezkirin û hesret silav dikim, ji dil we hembêz dikim. Û dibêjim li xwe miqate bin û tevahî hevalan silav bikin. Careke din jî ez dibêjim bi hêviya hevdîtina rojên azad.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button