‘Bi ruh û biryardariya Viyanan em ê bigihîjin serketinê’

Ji raya giştî û çapemeniyê re

Hevrê Viyan Soran a 2’yê Sibata 2006’an li warê berxwedanê Heftenînê di heftemîn salvegera Komploya Navneteweyî de bi gotina ‘Mirov nikare bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê re bijî” çalakiya xwe ya fedaî ku pêk anî, bang li her kesî kir li hember komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ber xwe bidin û bi ruhê Apoyî têkoşîn bikin.

Hevrê Viyan a xwedî pêşbîniyeke mezin bû dizanî bê pergala êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê ji bo gelan wê karesateke çawa bi xwe re bîne û bi armanca jiholêrakirina wê pergalê jiyana xwe danî holê. Di roja me ya îro de ev pêşbîniya heval Viyan bê çi qasî rast e bi rengekî zelal xuya dike.

Heval Viyan di têkoşîna azadiya jinan de yek ji milîtana herî pêşeng a parêzvana paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêbertî bû. Di roja me ya îro de ev paradîgmaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû heybeta xwe pêş dikeve, bi saya hevrêyên weke Viyan tovên vê paradîgmayê hêşîn bûn û ji hemû azadîxwazan re dibe hêvî û îlham.

Bi dehan şervanên YPJ’ê yên navê xwe kirine Viyan li hemû qadên têkoşînê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav berxwedaneke herî pîroz de ne. Bi vê wesîleyê em tevahî fedayî û şervanên azadiyê yên li Tişrînê û qadên cuda ji bo şeref û rûmeta gelan şer dikin silav dikin.

Îro ji her demê bêhtir xuya dike ku êdî tenê ne gelê Kurd hemû gelên herêmê û jinên azadîxwaz dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo rabe, sîstema zordar a li Îmraliyê hilweşe û Rêbertiya me bi awayekî fizîkî azad bibe.

Em di 18. salvegera şehadeta wê de hevrê Viyan a bi her awayî bû sembol û nîşaneya milîtaniya Apoyî bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê heval Viyan de em tevahî şehîdên xwe yên bi dirûşma “Hûn nikarin Roja Tarî bikin” li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir bi hurmet bi bîr tînin.

Li ser vî esasî weke gaziyên şer bi gotina heval Viyan a “Êdî dema wê hatiye li hember dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn bibim bersivek” em bang li tevahî jinan û gelan dikin ku li erkên xwe yên demê xwedî derkevin. Di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî herêm ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, divê bi îrade, hêz û hêviyên heval Viyan em xwedî li şoreşa di pêşengiya jinan de ava bûye derkevin û biparêzin. Em ê bi ruh, hêvî, wêrekî û biryardariya Viyanan di rêya şoreşa gelan de bimeşin û teqez bi ser kevin.

Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

02.02.2025

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button