Piştî her şer û pevçûnan rewşa jinan

Leyla Weşûkanî

 

Teqez divê were zanîn ku dawiya her şerekî wê lihevhatin û aramî be. Jixwe di dîroka mirovahiyê de gelek şer û pevçûnên mezin rû dane. Di encama wan şeran de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di wan şeran de tenê leşker zerarê nabînin û nayên kuştin. Herî zêde mirovên sivîl bi taybet jî jin û zarok bi êşa şer û talanan re rûbirû dimînin. Pir mixabin şer û pevçûn roj bi roj zêdetir dibin. Ji bo aliyên dijberî hev şer qezenc bikin, her tim teknîka çekan pêş dixin û di encam de zêdetir mirov jiyana xwe wenda dikin.

Weke te zanîn di encama şeran de gelek mêr têne kuştin û birîndar dibin. Pirek ji wan jî seqet dimînin, cih û warên wan xerab dibin. Jin jî têne kuştin, rastî destdirêjiyan tên, wan weke mal û milk dikin xenîmet.

Jin tevî êş û zehmetiyan dikişînin jî li ber xwe didin da ku xwe radestî serweriya mêr nekin. Jixwe piştî her şerekî jin xebatên xwe ji nû ve didin destpêkirin û ew xebat jî girîng û bê sînor in. Bêguman gelek caran ji bo parastina zarokên xwe jin mecbûr dimînin koç bikin. Mala xwe li şûneke din çêbikin, hewl didin xwe û zarokên xwe bistirînin.

Jin timî dixebitin û kedê didin. Têkildarî vê xisûsê mirov dikare behsa bajare Berlîn ê Elmanyayê bike ku piştî şer çawa zêdetirî şêst hezar jin ji bo paqijiya bajêr xebitîn, pênc milyon ton gemara di encama şer de çêbibû paqij bikin û bajarê xwe ji nû ve ava bikin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn jinan Almanya ji nû ve saz kirin. Ev jî bû peywira jinan a piştî şer. Dema ku mêran hew karîbûn bixebitin jin bi her tiştî re mijûl dibûn. Weke mamoste, bazirgan, kedkar û hwd. xebitîn. Bi kurtasî jinan rê nedan ku welatiyan wan birçî bimînin.

Saziya Lêkolîna Şer û Aştiyê diyar kiribû ku ji sedî heştê koçberên şer û pevçûnan jin û zarok in. Hejmara herî zêde ya qurbaniyên şeran jî jin û zarok in. Lê di dawiyê de jî dibêjin ku jinan xwe xelas kirine, ji şer filîtîne, jin hêja ne û zû bi zû nayên kuştin. Lê ji bîr dikin ku eger hewldan û têkoşîna jinan, neba wê îro qala şaristaniyê nehata kirin, wê mirovahî bi gelek pirsgirekan re rû bi rû maba. Nabe ti carî were jibîrkirin ku jin mamosteya mirovahiyê ye, ji bo rizgariya mirovan wan jinan kedek pir mezin daye û hîn jî didin.

Nimûneya herî berbiçav û giran jî ya li Bosna Hersekê ye. Piştî şer û bi taybet jî di pêvajoya dabeşkirina hêz û otorîteyê de rola jinê tê jibîrkirin yan jî paşguhkirin. Mêr pir bi hesanî ji beşa siyasî feyde digirin û têne peywirdarkirin, lê ji bo jinan qet hêsan nîne peywirek biçûk jî bigirin. Jixwe di nava pergala dewletê de ji bo jinan peywira wê çawa zarokên kur bînin dinyayê, zuriyetê bidomînin û ji desthilatdariyan re dê çawa eskeran hazir bikin tê diyarkirin.

Li hinek welatan di encama têkoşîn û çalakiyan de jin digihîjin hinek mafên xwe yên jiyanî. Lê piştî şer bi dawî dibin û pêvajoyên aştiyê têne destpêkirin jin qet dem û derfet nabînin ku ji bo miriyên xwe bigirîn jî.

Her piştî şeran mêr têne pîrozkirin, peykerên wan tên çêkirin û navê wan dikeve pelên dîrokê. Her kes qala wan dike û pirtûk li ser qehremaniya wan têne nivîsandin. Fedakarî û keda bi hezaran jinan piştçav dibe û tê înkarkirin. Di hinek têgehên gelerî de rastî veşartî ne, lê her tim nayên gotin. Di yek ji wan têgehan de tê diyarkirin ku li pişt her mêrekî hêja û mezin, jineke hêja û mezin heye. Jixwe Rêber Apo têkİldarî vê mijarê dibêje ku rastî di têgeh û têgînan de veşartî ye. Ji ber vê divê li ser têgîn û têgehan, pir baş lêkolîn bên kirin. Ev jî bi xwe karekî welê ye ku divê di serî de jin pêre eleqedar bibin. Pêwîst e jin li ser dîroka xwe lêkolînan bikin, rastiya xwe ya hatiye jiyîn derxin ser rûyê erdê.

Divê dîroka bi destê mêrê desthilatdar hatiye nivisandin ji hêla jinên zana û pêşeng ve bi hûrgilî were lêkolînkirin û fêmkirin da ku karibin dîroka xwe bi destê xwe binivîsin. Teqez divê were zanîn ku wiha hesan nîne têgeh û têgînên bi hişmendiya mêrê serwer hatine bicihkirin werin xerabkirin. Divê jin pir ji xwe bawer bin û bi israr têkoşîn bikin. Hişmendiya mêrê serwer a pênc hezar salan rehên xwe pir kûr berdane erdê. Li hemberî wan vînek xurt, sebreke ji ya pêxember Eyûb mezintir hewce dike.

Yekîtî û xwerêxistinkirina jinan gelekî girîng e. Jixwe Rêber Apo ji jina azad re 5 prensîb yanî pênc pîvan dan diyarkirin. Û ew jî wek pîvanên sereke dan diyarkirin. Yek ji wan yekîtî û ya din xwerêxistinkirin e.

Naxwe divê tevgera jinên pêşeng di pêkanîna van pênc prensîban de pir bi israr be.  Bi taybet jî di prensîba yekîtî û xwerêxistinkirina jinan de bi biryar be. Jixwe pirsgirêkên jinan cîhanî ne û divê çareseriya wan pirsgirêkan jî cîhanî be. Helwesta jinan a cîhanî ji bo jinên Kurd gelekî girîng e. Eger wer nebe wê sedsalek din jî were wendakirin. Jixwe tundûtûjiya li ser jinên têkoşer tê dîtin û divê ji hêla tevahî jinan ve were zanîn ku êrîşên pir giran li ser hêza pêşeng a jinan heye.

Pergalên desthilatdar û xwînrij jî dixwazin tirsê têxin dilê jinên têkoşer, wan teslîm bigirin û bi êrîşên pir alî yên li ser jinan van peyaman didin. Divê tevahî jinên cîhanê jî vê hîs bikin, helwesta xwe ya tund bidin diyarkirin, ji bo azadiya xwe û ya civakê seferber bibin.

Ji sedî sed bi yekîtiya me wê serketin were qezenckirin, em ê biryara jiyana xwe bidin û di azadiyê de israr bikin. Bi vî awayî em ê karibin li keda xwe jî xwedî derkevin, xwe biparêzin û ala serketinê bilind bikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button