Zarokên îro

Azadî Helebce

 

Berê dema em zarok bûn, wexta me dengê balafirekê dibihîst me gazî hev dikir û me bala xwe dida ka dengê balafirê ji kîjan alî ve tê. Yan jî me hewl dida em wê balafirê bibînin. Dema me balafir didît jî em kêfxweş dibûn. Ew yan balafira veguhestina sivîlan bû yan jî ya çandiniyê bû.

Lê belê zarokên îro yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber zêdetirî 12 salan e, di nav şer de dijîn dema dengê balafiran tê, dizanin balafirên şer in û edî pirsa ‘balafir wê ku derê bikin armanc?’ ji hev dikin.

Daryos zarokekî ji bajarê Girêspî yê. Ji ber bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin bi malbata xwe re koçî Rimêlanê bûne û temenê wî 6 sal e.

Ji ber demsal zivistan e û hewa jî sar dibe, bavê Daryos jî çakêtekî ango parkeyekî bi rengê eskerî jêre dikire û tîne malê.  Dema Daryos wê parkeyî dibîne digirî, ser bavê xwe de qîr dide û dibêje, “Ez vî parkeyî naxwazim”. Malbat bi refleksa Daryos şaşomaşo dibe û dema pirsa “Çima?” jê dikin, Daryos wiha dibêje, “Ev parke eskerî ye, eger ez li xwe bikim wê balafirên şer li min bidin”

Ev refleks û helwesta Daryos mînakeke ji hezaran zarokên vî welatî ne ku nikarin xeyalên xwe yên zaroktiyê bijîn. Ji ber her tim di nava şer de dijîn, lîstik û sohbetên wan hemû têkildarî şer in.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button