‘PKK bû heviya gelan’
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê diyar kir ku salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû vejîna gelê azadîxwaz û got, “Gelê Kurd ê di nav pencê qirkirinê de bû bi ser xwe ve hat û hişyar bû.”
Yek ji gaziyên şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şîlan Kobanê bi wesîleya 46. salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ajansa me re axivî.
Gaziya şer Şîlan Kobanê di destpêka axaftina xwe de got, “Ez salvegera 46. a damezirandina PKK’ê di serî de li Rêbertî, li hevalên şehîd, gelên me û hevalên têdikoşin û di nav berxwedanê de ne pîroz dikim.”
Şîlan Kobanê destnîşan kir PKK tevgereke welê ye ku cîhanê ronî dike, hêzê dide mirovan û wiha dewam kir, “Di heman demê tevgereke Rêbertiyê ye. Partî çawa derket holê, çi esas girt, çawa dest pê kir? Heya hêzeke pêşeng tinebe civakeke azad nayê afirandin. Ji bo vê divê destpêkê mirov şêwaz û fikra Rêbertî nas bike da ku mirov partiyê nas bike. Jiyana rast di jiyana Rêbertiyê û tevgerê de ye. PKK bû hêviya gelan.”
Şîlan Kobanê bal kişand ku bi avabûna partiyê re jiyana azad ava bû û got, “Dema dîroka Kurdan hat veşartin, PKK derket ser dika dîrokê, meydan li dagirkeran xwend û edî îspat bûye ku partî gihiştiye lûtkeya herî jor. Bi milyonan mirov, bi hezaran enternasyonalîst bi partiyê re bûne yek. Ev jî bi saya fikra Rêber Apo, şehîdan, hevalên têdikoşin û li ber xwe didin pêk hat. Em weke gaziyên Kurdistanê divê li gor ji vê rastiyê têbikoşin. Ji bo pêşxistina paradîgmaya Rêber Apo, di asta herî jor de pêwîst e em bibin pêşeng.”
‘Evîna rast evîna gelan e’
Şîlan Kobanê di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku Rêber Apo ji bo tolgirtina heval Hakî Karer partî damezirandiye û têkildarî vê xisûsê wiha axivî: “Bi komek hevrêyan re dest pê kir û îro bi hezaran hevrê li pey şopa heval Hakî dimeşin. Rebertî ev tevger mezin kir, çavkaniya hêviya gelê Kurd û gelên bindest li çiyayan da afirandin. Rêber Apo di bîrdoziya civakparêz de vebûneke rasteqîn çêkir. Di vê çarçoveyê de veguhertineke pir girîng pêş xist. Rêber Apo şoreşeke mezin çêkir. Sosyalîzma pêkhatî derbas kir. Teoriya sosyalîzma zanistî, demokratîk, felsefeya bîrdoziya wê û pergala civakî pêş xist. Bi vê bîrdozî û felsefeyê partî ava kir. Evîna rast evîna gelan afirand. Bi feraseta sosyalîzmeke ji desthilatdarî û dewletê dûr, pergala komînal a demokratîk ava kir, konfederalîza demokratîk danî pêşiya gelan.”
Gaziya şer Şîlan Kobanê da xuyakirin ku di nav PKK’ya di pêşengiya Rêber Apo gelek egîd û fedaî derketin holê û got, “Destana PKK xwe di cîhanê de îspat kir. Fikra Rêbertiyê modela nûjan a azadî û wekheviyê temsîl dike. Pêwîst e em weke pêşengên civakê bi ruhê Hakiyan, Mazlûman, Kemalan, Bêrîtanan, Zîlanan, Sarayan tevbigerin.”
‘Divê gelê Kurd dest ji azadiya xwe bernede’
Şîlan Kobanê têkildarî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî da xuyakirin, gelên bi salan hatibû perçiqandin bi Tevgera Azadiyê re hişyar bûn û wiha axivî, “Divê di serî de jin û ciwan, nirxên bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan ava bûne, biparêzin û hîn bêhtir mezintir bikin. Ti kes nikarê vê ji nedîtî bê.”
Gaziya şer Şîlan Kobanê her wiha bal kişand li ser şerê taybet ê dijmin û got, “Divê gelên me li hemberî şerê taybet hişyar bin. Dest ji axa xwe bernedin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî hîn bêhtir têkoşîn bikin.”
Şîlan Kobanê der barê hevdîtina piştî 4 salan a Rêber Apo re jî got, “Ji ber me agahî ji Rêber Apo girt û silavên Rêbertî em pir kêfxweş bûn. Rêber Apo her tim navnîşana çareseriyê ye. Hêzên kapîtalîst naxwazin vê naxwazin, timî hewl didin hişmendiya xwe bidin qebûlkirin. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê di polîtîkaya xwe ya şer û tecrîdê de israra xwe didomînin. Ev dewleta faşîst û hikûmeta wê ya AKP-MHP’ê bi pêşxistina tecrîda li hember Rêber Apo û bi şer, şîddet û zextan dixwaze temenê xwe dirêj bike.”
Şilan Kobanê anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo hê jî didome û ev bang kir, “Ev tecrîda mutleq û li derveyî hemû nirxên mirovatiyê ye di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gelan dixe nav fikaran. Weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em vê êşkence û tecrîda li hember Rêbertiya me tê meşandin ti carî qebûl nakin. Em dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hişyar dikin û bang li gelên xwe dikin ku ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêwîst e timî di nav çalakiyan de bin.”