KOMPLOYA 9’E COTMEHÊ DESTPÊKA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN E -2

 

Beşê 2

Leyla Waşûkanî

Weke em tevahî jî dizanin dîroka dewleta Tirk li ser derew, talan, dizî, xapandin û qirkirinê hatiye hûnandin. Jixwe tê zanîn ku dijminatî û xiyaneta wan a bi gelê Kurd re jî sedsaliya xwe tijî kir. Hîn jî di wê dijminatî û înkarê de israr dikin. Tişta li vir derdikeve holê jî ew e dewletên dirinde yên Ewropa hêrsa Tirkiyeyê û dijminatiya wê ya ji gelê Kurd û gelên herêmê re pir baş dibînin. Wê hêrs û kînê weke amûra tehdîdê bi kar tînin û jê sûd werdigirin. Li Rojhilata Navîn dewlet, ji YE û DYA re sîxuriyê dikin û sed sal e bi rola qereqolên saxlem ji wan re xizmetê dikin. Ji wan dewletan ê sereke dewleta Tirk e û ê din jî dewleta Îsraîlê ye. Her çi qasî ew hêz xwe weke dijberî êrîşên artêşa Îsraîlê û hêrsa serokê wan Netanyahû didin diyarkirin jî koordîneya şerê li Rojhilata Navîn ê bingehîn ew bi xwe ne.

Teqez ew helwestên wan ên destwerdana şer û rawestîna wê, tevahî derew in û ji derveyî rastiyê ne. Tişta herî rast jî ew e ew hêzên weke NY-DYA sedemên bingehîn ên şerê heyî ne. Ev şer û gengeşe jî cîhanî ne. Divê were zanîn ku şerê li herêmê û cîhanê tê kirin ji hêla wan hêzan ve tên koordînekirin û gel jî dibin qurbana dîn û hariya wan hêzan. Rêber Apo der heqê şerê heyî de wiha de bêje: “Em serdema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dijîn.  Di nava vî şerî de Tevgera me ya Azadiyê temsîla xeta sêyemîn a şoreşger dike. Tişta divê were zanîn ew e tevahî şoreşger, gel û her mirovê li ser vê xakê dijî xwe di rastiya vî şerî de kûr bikin, bibin têkoşerên azadiyê, cih û warên xwe biparêzin.”

Teqez pêwîst e komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an wiha seranser neyê dest girtin û komplo bi hemû hûrgûliyên wê ve were dahûrandin, helwestên pir xurt werin raberkirin. Hewce ye pir baş were zanîn ku komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan û neteweya Kurd hatiye pêkanîn wiha teng û seransea neyê destgirtin, rûberiya komployê were tehlîlkirin. Di nêrîna min de komplo xwedî rûberiyek gelekî fireh e û tevahî mirovahiyê digire nava xwe. Mirov dikare wiha jî binirxîne û bêje: “Komplo destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e û teqîna wî ji gelê me yê Kurd û Rêber Apo dest pê kir. Jixwe roj bi roj berfirehiya vî şerî jî xwe nîşan dide. Divê were zanîn ku Komploya 9’ê Cotmehê wer bûyerek ji rêzê nîne û li serê mirovahiyê karesateke mezin e. Bi demê re tê dîtin ku tayê vê dafik û bêbextiyê weke tayê axtapotê tê keşifkirin.

Pêwîst e rastiya komployê berfireh were lêkolînkirin û analîzên pir xurt pêş bikevin da ku tevahî civak haj rastiya pergala desthilatdar hebe û helwesta wan pir tund be. Divê di mijara têgehê de jî sererastbûnek were çêkirin, di nav raya giştî de zimanê me pir zelal be. Jixwe Rêber Apo di çarçoveya têgeh û têgîn de gelekî nirxandin kirine û gotiye “Pergala sermayedar a cîhanî pir bi têgeh û têgînan dileyize û divê li hemberî zanista wan a pozîtîvîst şiyarbûn hebe.” Naxwe hewce ye em jî di van waran de xwedî helwest bin.

Dema mirov temaşeyî rewşa şer û gengeşeyên li Rojhilata Navîn û cîhanê bike wê pir zelal bibîne ku  civak û ferd di rewşek çawa de dijîn. Îro li tevahî cîhanê şer û pevçûn hene û teqez li ti welatî aramî û rewşeke bêşer nîne. Jixwe li Rojhilata Navîn rewşek pir aloz li holê ye. Di herêmê de hêza herî tehrîkwar jî dewleta Tirk û Îsraîl e. Her du dewlet jî şerxwaz û çavsor in. Li kêleka wan dewletên sermayedar ên kiryarên wan erê dikin hene. Ev jî dibin sedema aramiya herêmê serûbinî hev bibe. Jixwe ti hêz jî nikare wan her du dewletên har û hov rawestîne û ji wan re bêje, “Stop!” û ev jî tê wateya DYA û NY ji wan re çiraya kesk pêxistine. Ew jî ketine meydanê û çirvîtkan diavêjin. Weke tê zanîn ku nêzî sed salekê ye Tirkiye û Îsraîl ji hêzên derve yên sermayedar re parastvaniyê dikin û heya niha jî heman karî dikin.

Wê bidome…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button