Li Kobanê gaziyên şer mohra xwe li meşa li dijî komployê dan

 

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku meşek li dar xistin, gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mohra xwe li çalakiyê dan û dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê re careke din destnîşan kirin.

Bi hezaran şêniyên gund, bajar û bajarokên kantona Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku sala 1998’an dest pê kir, meşek li dar xistin. Di meşê gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî cihê xwe girtin.

Şênî li Kobanê hatin gel hev û ji Qada Jina Azad dest bi meşê kirin.  Bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û berzkirina dirûşman ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan. Di meşê de gaziyên şer jî bi dirûşmên xwe bal kişandin û dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya xwe re careke din nîşanî cîhanê dan.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button