Çareserî paradîgmaya Rêber Apo ye

 

Baran Şoreş

Weke çawa di Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn de hatiye dîtin, dewletên emperyal û hegemon timî ji bo berjewendî û armancên xwe krîzan derdixin, gelan û mirovan dikin qurbanê hedefên xwe.  Li ser wan krîzan jî polîtîkayan diyar dikin û mudaxeleyan didin destpêkirin.

Bi taybet li Rojhilata Navîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û navenda wê Kurdistan bi salan berdewam dike heye. Ew hêzên hegemon û dewleta Tirk ji bo di vê mijarê de nêrîn û dengê Rêber Apo negihîje, Tevgera Azadiyê û gelan tecrîdê her diçe girantir dikin. Ew hêz tesîr û bandora Rêber Apo ya bi taybet li Rojhilata Navîn pir baş dizanin. Jixwe wan hêzan ji bo karibin bê astengî mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin komploya navneteweyî pêş xistin.

Li gor hêzên serwer gelek argumanên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bidomînin hene. Yek ji wan ew e çekên xwe yên kevin ên di depoyan de bifiroşin. Ya duyem nifûsa her diçe zêde dibe ji bo pêşeroja xwe xeter dibînin. Lewma vî şerî ji bo kêmkirina nifûsê didomînin. Dîsa hewl didin bi vî şerî re rêxistin, hereket û welatên li gor wan tevnagerin an tine bikin an jî bînin asteke ku teslîmî wan bibin. Her wiha ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û temamkirina Projeya Mezin a Rojhilata Navîn heya ji wan tê dixwazin şer berfireh bikin. Dewleta Tirk a faşîst û şefê wê yê faşîst Erdogan jixwe hê ji berê de diyar kiribû ku ew hevserokê wê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e. Hêzên emperyalîst ji bo vê li hember qirkirinên li sert gelê Kurd ên ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve xwe bêdeng dikin û piştgiriya pêwîst jî timî didinê.

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger a tecrîda li hember Rêbertiya me didomîne, li hember Herêmên Parastinê yên Medya jî bênavber êrîşan pêk tîne. Lê gerîlayên azadiyê bi berxwedaneke li cîhanê mînakên wê kêm in derbên giran li vê artêşa mêtinkar dixe.

Divê em zanibin ku eger dewleta Tirk li hember gerîlayên azadiyê bi ser ketiba ji bo plana xwe ya ji Başûr heya Rojava herêmeke qaşo “tampon” a kûrahiya wê 30 kîlometre ye û şefê faşîst Erdogan nexşeya wê di civîna Neteweyên Yekbûyî de nîşan dida pêk bîne wê her tişt kiriba.  Lê belê gerîla û milîtanên fedaî yên Apoyî ew hêviya dewleta Tirk a dagirker pûç kirin.

Bêguman weke gelê Kurd xeterî û tehlûkeyên li ser welatê me hê neqediyane. Ya eşkere li ber çavan ew e weke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gelên Rojhilata Navîn li ser esasê fikir û îdeolojiya Rêber Apo bên cem hev û jiyaneke rêxistinkirî ya li ser bingehê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin ava bikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button