Pirtûka helbestan a Azê Dalaho derket

 

Pirtûka “Hevpeyvîna Jiyanê” ya gaziya şer Azê Dalaho derket.

Pirtûka helbestan a bi navê “Hevpeyvîna Jiyanê’ ya ji hêla gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azê Dalaho ve hatiye nivîsandin derket.

Di pirtûka ji 215 rûpelan pêk tê de helbest bi piranî bi zaravayî Soranî yê zimanê Kurdî ku hatine nivîsandin di dawiya pirtûkê de çend helbestên bi zimanê Farisî jî cih digirin.

Nivîskara pirtûkê Azê Dalaho ya têkildarî pirtûkê axivî diyar kir ku helbestên xwe bi piranî têkildarî Rêbertî, rewşa Kurdistanê, gelê Kurd û neteweya demokratîk nivîsandine.

Azê Dalaho her wiha bal kişand ku helbestên xwe di navbera salên 2018-2023’yan de di dem û cihên cuda de nivîsandine û got, “Min di helbestan de hinek mijarên têkildarî jiyanê bi awayekî felsefîk jî anîne ziman.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button