Ziman Çavkaniya Zîhnî, Ruhî û Hestê Mirov e
Ew kesên ku di dema xwendin, nivîsandin, axaftin, guhdarkirin, temaşekirin û heta ponijandina xwe de zimanên biyanî esas digirin û tu caran zimanê xwe hilnabijêrin, wê nekaribin ji bê watebûnê jî rizgar bibin.
Ziman, wate û zîhniyeta mirov e. Li ser vî bingehî jî dema ku mirov li bingeha ziman dinêre, ne tenê weke amûreke ji hevdu fêm kirin û peyivînê, bingehê avahiya mirov a zîhnî, hestî û ruhî jî dide nîşandan. Bi çavê mêtinger û dagirkeran ziman, tenê weke amûrekî ji hevdu fêmkirinê tê nirxandin û ji wê pê de tu nirxekî cuda jê re nayê dayîn. Ji roja ku mirovahiyê dest bi hevdu fêmkirinê kiriye û bi zimanê sîmgesel daxwaz û fikrên xwe bi hevdu re parvedikirin heya niha, gelek ziman, zarawa, devok û bindevokên her gelekê pêşketine û mirovahiyê hewl daye ku bi vê yekê bikevin cîhana hest û ramanên hevdu. Her wiha gelek gel û civakan di vê mijarê de dewlemendiyekî mezin jî dane avakirin û karîne di warê wêjeya zimanê xwe de jî pêşde biçin. Lê gelek gel û civak jî di warê çandî de rastî qirkirinên mezin hatine û nekarîne zimanê xwe pêş bixin û heta ji aliyê dagirker û mêtingeran ve ji rûpelên dîrokê hatine paqijkirin. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku bi taybet di vê sedsala dawiyê de rastî qirkirinên herî hovane hatiye, zimanê wê hatiye înkarkirin, nasnameya wê ji holê hatiye rakirin û heta ji xwebûnê hatiye derxistin. Ji destpêka pêşketina ziman heya roja me ya îro her gelek bi zimanê xwe bi nasname bûye û bi zimanên wan ji hevdu hatine cihêkirin û cêwaziya di navbera wan de jî bi destnîşan kirina ziman çêbûye. Ji bo ku têkiliya di navbera civak û gelan de jî pêşbikeve, hewl dane ku zimanê hevdu fêr bibin an jî bi rêka wergêran daxwaziyên hevdu fêmbikin.
Dagirker û mêtingeran hewl dan bi vî awayî gelê Kurd jî ji nasname, ji ziman, ji çand û ji xwebûna wê dûrbixin û nehiştin ku tu caran bi çanda xwe bijîn û xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û li dinyayê yek ji gelên herî qedîm û xwedî çandekî dewlemend e. Bi taybet êrîş birina ser çand û zimanê Kurdan a ji aliyê dagirker û mêtingeran ve, mijarekî wer xweber nîn e û bi şêweyekî herî hovane li gelê Kurd sepandî ne. Li her parçeyekî Kurdistanê ev siyaset li ser gelê Kurd hatiye meşandin û dagirker heya dawiyê jî di vê rejîma qirkirinê de bi israr bûne. Gelê Kurd jî li hemberî vê sîstema qirkirinê her tim berxwe daye û heya ji destê wê hatiye xwe parastiye. Hem zimanê xwe yê Kurdî weke zarawayên Kurmancî, Soranî, Dumilkî, Kelhûrî, Hewramî, Lorî û Lekî parastiye û hem jî di warê devok û bindevokên herêmî de bi israr bûye. Di sedsala 21 an de ku hê jî gel û civak bi van sîstemên qirkirinê re rû bi rû ne, ev dide nîşandan ku ka sîstema modernîteya kapîtalîst bi taybet jî rastiya netew-dewletê çi qas diyardeyekî derveyî mirovahî, exlaq, estetîk û zîhniyeta mirovbûnê ye.
Bi qasî êrîşên dagirkeran û destarê hêrandina çanda mirovan a ku ji aliyê mêtingeran ve tê gerandin, li hemberî vê yekê helwestek raber nekirin, tênekoşiyan û serî li doza rizgariya xwe nedayîn jî ew qas tiştekî xeter e û ji bo ku mêtinger bigihin armanca xwe ji wan re zemînê hewce pêşkêş dike. Rêber APO di parêznameyên xwe de bi awayekî sosret bal dikşîne ser vê xalê û wiha dibêje; “Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Mirov dikare ziman di çarçoveyeke teng de weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bidest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwedî îfade. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bihêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakek çi qasî zimanê xwe yê dayikê pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çi qasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Eşkere ye ku civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zîhniyet, exlaq û estetîkê nabe û heya ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên ku wate, exlaq û estetîka xwe jidest bidin, nirxên wan ên civakî û saziyane jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin madeya xam a bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak, eger ziman weke li cem Kurdan bê jiyîn, civakeke di vê rewşê de ji aliyê madî ve wê heya dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê wate, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayînane û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe”. Di vê çarçoveyê de weke gelê Kurd jî çi qas em xwedî li zimanê xwe derbikevin, çi qas biparêzin û pêşbixin, em ê ewqas bikarin bibin civakekî pêşketî û wê asta me ya jiyanê jî bilind bibe. Bi vî awayî em ê hem bikarin bi awayekî exlaqî, xweşik û bi wate bijîn û hem jî em ê bikarin ji gelên din re, ji gelên bindest re jî bibin mînak.
Her ferdekî Kurd divê xwe di ber pêşxistina zimanê dayîkê de berpirsyar bibîne. Nexwe wê ti caran nekaribe xwe ji bê exlaqî, kirêtî û bê watebûnê rizgar bike. Gelek caran hinek kes dibêjin, “ez bi Tirkî baştir fêmdikim, ez bi Farsî baştir fêmdikim an jî bi Erebî baştir fêmdikim”. Ew kesên ku di dema xwendin, nivîsandin, axaftin, gûhdarkirin, temaşekirin û heta ponijandina xwe de zimanên biyanî esas digirin û tu caran zimanê xwe hilnabijêrin, wê nekaribin ji bê watebûnê jî rizgar bibin. Çiqas ji zimanê xwe dûrbikevin, ew qas ji çand, exlaq, xweşikî û wateya xwe ya civakî jî dûrdikevin. Kes an jî komên bi vî rengî wê tu caran neyên hezkirin jî.
Li ser bingehê parastina zimanê Kurdî, pêşxistina zimanê dayîkê û xwedî li xwe, çanda xwe û zimanê xwe derketinê divê em hemû jî xwe berpirsyar bibînin û nehêlin ku tu kes destê xwe dirêjî zimanê me bike. Her wiha divê em di warê wêjeya Kurdî de jî xwe bigihînin wê astê ku em bikarin hêjayî çanda xwe ya hezaran salan bibin.