Yek ji pêşengê şoreşê: Serkêş Riha

Arîn Koçer

Hevalê Serkêş di hêla hezkirina hevaltiyê de gelekî baldar û hesas bû. Jixwe carinan mirov ew hestyarî û hezkirina wî di tevgera wî ya di nava jiyanê de jî didît û hurmet jêre raber dikir. Hevalê Serkêş bi hestiyarî beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê dibe. Lê piştî perwerdeya şervanên nû dibîne, rêgezên jiyana Apoyî û pîvanên leşkerî dinase û hewl dide li gor wan tevbigere. Jixwe piştî xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de kûr dike, hîn bêhtir xwe nas dike û wateyê dide pîvanên jiyanê. Fermandar Serkêş pir ji xwendina pirtûkan û klaman hez dikir. Dengê wî jî pir xweş û zelal bû. Bi rastî hevalê Serkêş di perwerdeyê de gelekî nîqaş dikir û dixwest ji pirsên xwe re bersivan bibîne.

Hevalê Serkêş di warê pratîkî de pir zîrek bû û her tim hewl dida aliyê teorîk de jî xwe perwerde bike. Serkêş hevalekî gelekî şareza û jêhatî bû. Jixwe fermandarê yekîneyeke hevalan bû û di şerê xwe de jî pir wêrek û sivik bû. Bi rastî hevalê Serkêş pir baş erka xwe ya fermandariyê pêk dianî û bi hevalên li cem xwe pir dibû alîkar. Dema hevalek nexweş ba her weke doktorekî li ber serê wî dima û pêre eleqedar dibû. Her tim dixwest xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr bike û di jiyanê de jî her herikbar û bi livûtevger bû. Dema perwerda me ya operasyonê bi dawî bû, hevalê Serkêş di pîrozbahiya girtina dewreyê de strana bi navê Amara got. Hevrê Serkêş ji wê stranê pir hez dikir.

Dema em ê derbasî qadeke din bibûna me di bin berfê de, dîlan girt û li dora agirekî pir geş pîrozbahiyek pêk hat. Li wir jî heval Serkêş bi kelecan beşdarî pîrozbahiyê bû. Fermandar Serkêş di gelek pêngavên li dijî DAIŞ’ê de jî cihê xwe girt û bi qehremanî li dijî çeteyên herî hov û tundrew şer kir. Di pêngava rizgarkirina bajarê Holê û Minbicê de jî em bi hev re bûn. Di wan hemleyan de jî heval Serkêş roleke pir aktîf lîst. Em di heman sengerê de bûn û min şahidî ji wêrekî û şerkeriya heval re kir. Fermandar Serkêş ji bo tiştek li hevalên wî neyên her tim xwe dida pêş û her hevalên xwe diparast. Li cem hevalê Serkêş ruhê tolhildanê gelekî xurt bû. Civakî û dilgerm bû. Jixwe her tim dixwest ji bo gelan têkoşîn bike û wan biparêze.

Dema hevalê Serkêş dît dewleta Tirk berê xwe da gelê Efrînê, weke şoreşger û milîtanekî Rêber Apo bi israr xwest cihê xwe di vî şerî de bigire û li dijî dijminê dagirker şer bike. Bi pêşniyara xwe derbasî Efrînê bû û cihê xwe yê pîroz ê di Berxwedana Serdemê de girt. Hevrê Serkêş di vê berxwedana dîrokî ya parastina kerametê de lingekî xwe wenda kir. Hevalê Serkêş bû gaziyê şoreşê yê Rêber Apo ji bo wan digot, “Şehîdên sax û dijîn.” Hevrê Serkêş tevî birîndariya xwe jî ti carî xwe ji kar û xebatên şoreşê paşde neda. Her tim bi awayekî aktîf beşdarî xebatan dibû.

11’ê Mijdara 2024’an hevrê Serkêş û hevrê Hogir di encama êrîşeke dewleta Tirk û sîxurên wê de tevlî karwanê şehîdan bûn. Weke hevalên gazî soz didin ku em ê tola heval Serkêş û heval Hogir rakin. Em ê welatekî azad ê hevalên me yên şehîd di oxira wê de canê xwe feda kirin teqez ava bikin û azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe misoger pêk bînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button