Şoreşgerê evîndarê gelê xwe: Yekta Herekol

Şîlan Kobanê

Di nav Tevgera Tevgera Azadiyê de gelek egîd, şoreşger û têkoşerên giranbiha derketin holê. Wan azadîxwazan di her kêliya jiyana xwe de ji bo rûmet û kerameta gel û xaka xwe têkoşîn kirin.

Yek ji wan jî şoreşgeran jî hevala Yekta Herekol e.  Şoreşger, milîtan, hunermend û dilsozê gelê xwe heval Yekta ji bo deng, êş, kêfxweşî û jiyana gelê xwe bi rêya şanoyê bigihîne cîhanê bi roleke herî mezin a bi rûmet rabû.

Dilsozê gelê xwe Yekta Herekol di pêvajoyeke ku bi taybet li Heleba lê xebat dimeşand dema dît ku xayîn, dagierker û nemerd di nav hewldanan de bûn ku bajêr ji bo şoreşgeran bikin dojeh, ket nav liv û tevgereke mezin.

Her roj sîxurên rejîma Baas îxbariya şoreşgeran dikirin. Ji lewra pêwîstî bi helwesteke şoreşgerî ya ji rêûresma berxwedana  Apoyî hebû. Yan na keda Rêbertiya me ya bi salan, nirxên bi saya şehîdan û gelê me ava bibûn wê ketibana xeteriyê.

Nemerd û xayîn wer plan dikirin ku li ser wê mîrasa bi xwîna şehîdan  ava bûne rûnin û xwe bidin jiyandin. Lê qet hesabên  şoreşger û fedaiyên wekî hevrê Yekta Herekol nekiribûn.

Di wê pêvajoyê de 12’ê Adarê li Qamişlo li hember gelê Kurd êrîşên nîjadperestî pêk hatin. Dîsa li dijî gelê me yê li Efrîn û Helebê ji bo şermezarkirina Komkujiya Qamişlo derketin qadan êrîşên hovane rû dan.

Hevrê Yekta yê di nameya xwe ya dawiyê de bal dikişîne ser vê rewşê û sekna heyî rexne dike. Diyar dike ku çalakiya xwe ji bo silavkirina berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û şehîdên Efrîn-Qamişlo pêk tîne.

Hevalê Yekta di nameya xwe de dibêje, “Beriya her tiştî divê em zanibin ku ji bo serxistina vê pêvajoyê û ketina nav serwexetbûna mezin di serî de weke kadro, rewşenbîr û hunermend divê em xwedî têgihiştin û helwesteke rast bin. Şertê vê yekemîn ew e mirov ji gel hez bike û di asta evînê de pêve girêdayî be.”

Hevrê Yekta Herekol 27’ê Adara 2004’an di Roja Şanoyê ya Cîhanê de li Helebê bedena xwe dide ber êgir û tevlî karwanê nemiran dibe.

Em weke hevrê û hevalên şehîd Yekta soz didin heya azadiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hesret û hêviyên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button