Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo û hemû gelan pîroz be

Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya çirûska wê ya yekemîn li Kobanê hat pêxistin, di serî de li Rêber Apo, li hemû şervanên azadiyê, gaziyên şer, jinan û gelên me pîroz be. Di şexsê hevrê Xebat Dêrik, hevrê Silava de em tevahî şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li ser esasê fikir û paradîgmaya Rêber Apo pêş ket û ji bo gelên bindest ên li deveren cuda yên cîhanê dimînin bûye hêviya azadiyê, tevî hemû êrîşan bi îddîa û biryardariyeke mezin pêşketina xwe didomîne.

Ev şoreşa hemû nirxên mirovatiyê di nav xwe de dihewîne, li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a ji pirsgirêkan re dibe çareserî, ji bo paşverûtiya cîhanê û diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr bûye tirseke mezin. Vê şoreşê nîşanî her kesî daye ku li hemberî sîstema dewleta netewe ya gelan û baweriyan tine dihesibîne mirov dikarin bi awayekî azad û wekhev pêkve bijîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser xeta neteweya demokratîk hatine cem hev, jiyaneke azad û rêveberiyeke demokratîk ava kirine.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di heman deme de şoreşa jinê ye, bi tarzê xwe yê berxwedanê, şêwazê xwe yê rêxistinbûn û rêvebirinê, ji qada eskerî bigirin heya siyasî, aborî, civakî, perwerde û hwd. Li dijî sîstema hegemonîk bûye alternatîfeke nû.

Di pêşengiya jin û ciwanan de li hemberî êrîşên komên çete yên weke DAIŞ’ê, hêzên qirker, mêtinkar û dagirker berxwedaneke di cîhanê de mînakên wê kêm tên dîtin hat pêşxistin. Vê berxwedanê ku li cîhanê deng veda, ji Ewropayê heya Asyayê ji gelek parzemîn û welatan bi sedan jin û xort hatine, tevlî şoreşê bûne, bi lehengî şer kirine, gihiştine şehadetê û birîndar bûne.

Parastin û pêşxistina Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê wateya pêşxistin û parastina hemû nirxên mirovatiyê. Bi vê wesîleyê di serî de gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gaziyên me yên şer û malbatên me yên şehîdan ên di vê oxirê de berdêlên mezin dane em silav dikin.

Di vê çarçoveyê de em careke din 12. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin. Weke gaziyên şer em soza xwe ya xeyal û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin dubare dikin. Weke Rêber Apo ji bo gaziyan diyar kiriye em ê ji bo parastina şoreşê û nirxên wê rola xwe ya pêşengtiyê bênavber, bi coş û baweriyeke mezin bidomînin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

19’ê Tîrmeha 2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button