Şehîd Hogir di çilrojiya şehadeta xwe de hat bîranîn
Şehîd Hogir Amed di çilrojiya şehadeta xwe de ji aliyê hevrêyên xwe yên gaziyn şer û welatiyan ve hat bîranîn.
Gaziyê şer Hogir Amed ê 11’ê Mijdarê bi hevrêyê xwe Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê re di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, di çilrojiya şehadeta xwe de ji aliyê welatiyan û gaziyên şer ve hat bîranîn.
Di bîranînê de gora şehîd Hogir Amed hat ziyaretkirin.
Di bîranînê de têkildarî şehîd Hogir axaftin hatin kirin û soza domandina têkoşîna azadiyê hat dayîn.