Piştgiriya bi koçberan re erkeke niştîmanî ye

Gaziya şer Selena Dêrik anî ziman ku divê tevahî gel piştgiriya bi koçberan re weke erkeke herî niştimanî bigire dest û got, “Em soz didin dawî li koçberiya gelê xwe bînin.”

Ji ber êrîşên çeteyên hikûmeta demkî, DAÎŞ’ê û yên dewleta Tirk bi hezaran mirov careke din neçar man bikevin ser rêya koçberiyê. Gaziya şer Selena Dêrik têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziya şer Selena Dêrik anî ziman ew bawer nake ku li ti welatî bi qasî li Kurdistanê mirov li ser xaka xwe koçber dibin û got, “Li tevahî Kurdistanê Kurd ji ber kiryarên dijminan ji cihê xwe bar dikin û dibin koçber. Bêguman bi dehan salan e ligel komkujiyên fizîkî û çandî, dagirker polîtîkayên valakirina Kurdistanê jî pêk tînin. Di salên 1990’an bi hezaran gundên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê hatin valakirin. Bi milyonan mirovan koçî metropolan kirin.  Ev polîtîka li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî bi rêbazên cuda hatin meşandin.”

Selena bal kişand ser koçberiya ji ber êrîşên dawî yên li hember Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û wer dewam kir, “Di êrîşên 2018’an ên li ser Efrînê, 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi dehhezaran mirov koçber bûn. Dîsa di pêvajoya hilweşîna rejîma Baas de ji Şehba û gelek deverên din dîsa pêleke din a koçberiyê dest pê kir. Di wan êrîşên ji 6’ê Çileyê ve berdewam dikin de jî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi hezaran mirov koçber bûn. Dîsa ji Reqa, Tebqa û hinek deverên din jî gelê me neçar ma ji cihê lê dimîne derkeve. Bêguman ev hemû rewşên gelekî dijwar û bi êş in.”

Gaziya şer Selena Dêrik bal kişand ku di vê mijarê de ya pêwîst e demildest were kirin ew e ku her kes xwedî li koçberan derkeve û wiha dewam kir, “Em weke gelê Kurd bi salane ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin. Vî gelî bi hezaran şehîd û birîndar dane. Lewma divê em xwedî li hev derkevin. Armanca têkoşîna me jî ew e ku em dawiyê li hemû cure koçberiyê bînin û her mirov li ser xaka xwe bi aramî û azadî bijî. Ev berxwedana îro li Rojava tê meşandin ji bo bidawîkirina her cure koletiyê ye. Divê tevahî gel piştgiriya bi koçberan re weke erkeke herî niştimanî bigire dest. Em soz didin dawî li koçberiya gelê xwe bînin. Bi hezarê salan e em li ser vê xakê dijîn. Em ê ti carî dest jê bernedin. Bi vê wesîleyê ez şehîd Ehmed Hêmin Omer ê ji Kerkukê ku li ser banga seferberiyê derbasî Rojava bû û 27’ê Çileyê di berxwedana li dijî çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button