Nivîsa şehîd Amara Goyî ya têkildarî 15’ê Sibatê Roja Reş  

Hîna rojeke li bîra min e Roja reş. Pişta min li darê û dinya di çavên min de reş bûye. Dihizirim, dibihîzm dengê erdê. Diheje bandik… çiya… çiya bersiv dide… na… na… na. Nabişkivin di biharê de gîhayê çilmisiye… Gul xemgîn bûye, dar sekiniye. Dibihîzm, na… na…

Berê xwe didim jorê û dibihîzim reqareqa dengê ewran. Ew birûskên dinyayê rohnî dikin, ji nişka ve   stêrkan reş dikin… hewar!.. hewar!.. Dibihîzim na… na… Berê xwe didim rojê, dibînim roj jî şerm dike. ji zarokan ken hatiye dizîn û lêvên wan qermiçîne. Dayik jî lorîkan dibêjin û rondikan dibarînin hurik, hurik… Mîna barana biharê ji ber jana birîna xwe ya kûr.

Hestên wan li jorê çavên wan li rêkê li benda hêviyê ne.

Hêviya dayikên li benda roja azadiyê ne,

Zarokên bêmaf bûne,

Hêviyên mirovên bê ziman bûne, di tarîtiyê de dijîn.,

Yên di wijdanê wan de rastiya xwezayê rastiya jinê ye,

Wê mafê zarokan were dîtin,

Wê roja me rûpelên dîroke ronahî bike,

Em Rêber Apo hêviya xwe dibînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button