Li Kobanê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Li bajarê Kobanê gaziyên şer, saziyên sivîl û partiyên siyasî bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de li hember êrîşan banga yekîtiyê li hemû gelên herêmê hat kirin.
Hat diyarkirin ku divê hikûmeta veguhêz êrîşên xwe yên li hember xelkên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavilê rawestîne.
Her wiha hate destnîşankirin ku divê dorpêça li ser her du taxan bê rakirin û binpêkirinên li hember sivîlan bi dawî bibin.