Karwanê seferberiyê yê Başûr li Hesekê bi dirûşman hat pêşwazîkirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gaziyên şer ên kantona Cizîrê li ketina bajêr de ciwan û çalakvanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo tevlîbûna berxwedana Rojava hatine, bi dirûşman pêşwazî kirin.
Li gel berdewama seferberiya giştî ya li Rojavayê Kurdistanê û bangên hevgirtina gel û yekgirtinê li dijî êrişên berdewam ên li ser herêmê, ciwan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê tevlî seferberiya giştî bûn.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gaziyên şer ên kantona Cizîrê li Çerxerêya Sînalko karwanê seferberiyê yê Başûrê Kurdistanê pêşwazî kirin.
Di axaftinên li ser navê karwanê Başûrê Kurdistanê de hatin gotin êrîşek li ku derê bê ser gelê Kurd tê wateya li hember hemû parçeyên Kurdistanê ye û hat diyarkirin ku gelê Kurd bi tevahî yek e, bi hevgirtinê wê bi ser bikeve.
Her wiha hat destnîşankirin ku Rojavayê Kurdistanê di encama planeke navneteweyî de rastî êrîşeke dijwar tê û ji bo parastina axa Kurdistanê wê gelê Kurd her fedakariyê bike.




