Jinên Apoyî pêşengtiyê ji hemû jinên cîhanê re dikin

Gaziya şer Feraşîn Dêrik destnîşan kir ku jinên Apoyî bi têkoşîna xwe pêşengtiya tevahî jinên cîhanê dikin û got, “Têkoşîna me ji bo civaka exlaqî û polîtîk e.”

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Feraşîn Dêrik têkildarî êrîşên li hember jinan û têkoşîna li dijî êrîşan nêrînên xwe parve kirin.

Feraşîn Dêrik bal kişand ku êrîşên li ser jinan bi qasî ku psîkolojîk in ewqasî jî fizîkî ne û got, “Her roj li gelek deverên dinyayê jin rastî tundiyê tên û bi awayekî hovane tên qetilkirin. Li welatên qaşo pêşketî ne jî ev zilm û qetilkirin hene. Sedema vê jî ew e ku sîstema serwer a heyî xwe li ser hişmendiya qatilê kastîk û zilamperestiyê ava kiriye.”

Gaziya şer Feraşîn îşaret bi pêwîstiya xweparastinê kir û ev anî ziman, “Ji mafê hemû jinan e ku xwe ji tevahî rêbazên tundiyê û dermirovî biparêzin. Hewce ye jin li hevdu xwedî derkevin. Her wiha divê xwe zana bikin û vê pergala hov baş tehlîl bikin. Nexweşiyek dema tê tehlîlkirin, rêbazê dermankirina wê hêsan dibe. Lewma divê em xwe timî pêş bixin. Materyal û berhemên Rêber Apo, têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê ji bo têkoşîna li hember pergala zalim ji bo me jinan mîraseke pir mezin e.”

Endama FGBRS’ê Feraşîn diyar kir ku jin bi yekîtî, zanebûn û hêza xwe ya parastinê bandoreke pir erênî li ser civakê dikin û wiha domand, “Divê em zanibin ku desthilatdarî û zîhniyeta qatilê kastîk pir ji jinên şoreşger ên zana û pêşeng ditirsin. Ji ber vê ewqasî bi awayekî hovane û dirinde êrîş dikin. Di êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de me ev bi awayekî şênber dît. Binêrin li Tebqayê çete dirûşmên têkildarî maf û azadiya jinan ên li ser hin dîwaran radikin. Ewqasî ji jinên azadîxwaz û şoreşger ditirsin.”

Gaziya şer Feraşîn Dêrik axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Jinên Apoyî bi têkoşîna xwe pêşengtiya tevahî jinên cîhanê dikin. Têkoşîna me ji bo civaka exlaqî û polîtîk e. Em weke jin sozdar in têkoşîna hê zêdetir bilind bikin. Li ser esasê fikir û felsefeya Rêberê xwe em ê heya dawiyê ji bo heqîqet bi ser bikeve têkoşîn bikin. Wê ti êrîş û tundî nikaribe rê li ber meşa me ya mafdar bigire. Em ê, hêvî û xeyalên tevahî şehîdên xwe bînin cih, welatekî her kes karibe têde bi azadî û wekhevî bijî ava bikin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button