Jineke şoreşger a fedaî: Rojbîn Ereb – Beşê 2
Rojbîn Ereb ji bo jiyana Rêbertî ya bi jiyana gelê wê re bûye yek, tevlîbûna nav refên kesên ku di mirinê de jiyan tercîh kirine weke kerametekê pêk tîne û 17’ê Mijdara 1998’an li navçeya Gever a girêdayî Colemergê bi çalakiya fedaî tevlî karwanê şehîdan dibe.
Nameya dawî ya hevala Rojbîn Ereb wiha ye:
“Jiyana bê jin nabe. Dîroka yekem, jiyana yekem bi afirandinên jinê çêbûn. Dilsoziya bi axê ya herî bedew bi jina bi awayekî bêsînor ava dikir û parve dikir çêbû.
Ev kêfxweşî ji bo ya kesên ew ava kiriye bû ku jinê kêfxweşî anî ser rûyê erdê. Ji ber di her tiştî de keda wê heye, her wiha ji bo zarokan tîne dinyayê edalet cewherê wê ye. Parvekirina wê ya bêsînor ji hezkirina wê ya ji mirovan çavkaniya xwe digirt. Cewherê wê yekûna hemû xweşikiyan bû. Di roja me de ev hemû bi jinê re ber bi qorziyên herî tarî yên dîrokê ve hatin dahfdan.
Çi qas xerabî hebûn kirin malê jinê û rewşeke wer çêbû ku me êdî nedikarî bi ti awayî xwe îfade bikin. Her çû weke jin em ji xwe dûr ketin û em bûn xerîbê xwe. Helbet ev sekn sekneke ji hêla serweran ve hatibû afirandin. Tevî van hemû polîtîkayan Rêber Apo bêyî ew pê bihesin em hişyar kirin.
Ji bo em bên ser hişê xwe Rêber Apo di ber me de pir ked da. Hêza dil û ziman da me. Em bi me dan naskirin. Em bi dîroka me ya me nas nedikir re da naskirin. Di navbera me û azadiyê de têkiliyeke nebe nabe çêkir. Li gel vê weke hevrêyekî hevrêtiya jinê ya bi jinê re pêş xist.
Îro asteke wisa hatiye girtin ku kî çi bibêje bila bêje xebateke wê mohra xwe li sedsalan bide heye. Pir zehmet nîne mirov fêm bike ku em ketine pêvajoyeke ji bilî azadiyê ti çareyek nîne û ji bilî pêşveçûnê rêyeke din tineye. Ez jî ji ber di nav vê têkoşînê de me û bi jinan re me, pir bi heyecan im.
Li hemberî sîstemên heyî divê em hêza şerê xwegihandina sîstemeke jinê nîşan bidin. Ya herî girîng jî divê em ji pratîsyentî û taktîsyentiya wê yeqîn bikin. Ji bo vê jî hewce ye em bi hemû pirsgirêkên xwe yên jiyanê û şer re di zikhev de bikevin nav. Ji rewşa mirov li ber bayê wan biçe, divê em bibin xwedî helwestekê. Û weke jin em ne hêza yedek a vî şerî vê jiyanê ne; berevajî em bingehê wê ne.
Eger em bi tarzê xwe dibin sedema şaşiyan, divê em bersiva vê zemînê bidin. Ji ber mirov nikare ji serweran hêviyan bike. Ew nikarin ji me re bibin çareserî.
Sîstema me ya jinê alternatîfa wan e. Tevgereke welê ye wan ber bi rastiyê ve dikişîne… Di roja me ya îro de jinên PKK’yî ji bo cîhanê di nav lêgerîna sîstemekê de ne. Di nav hewldana rizgarkirina jinê de ne. Îdeolojiya wê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye danîn.
Ya dikeve ser milên me ew e em vê bixin pratîkê. Ev ne zehmet e, ya zehmet koletî ye. Lewma rizgarbûna ji vê rewşê ne xeyal e, pir eşkere rê vebûye. Her çi qasî têgîna koletiyê tenê ji bo jinê tê bikaranîn jî, mêr jî jin jî kole ye. Ji ber vê rizgariya ji vê koletiyê bi qasî ya jinan rewşe lezgîn e.
Ev jî tenê di azadiya jinê re derbas dibe. Lewma ji bo em mêr ji vê rewşa ketiye nav derxin, pêwîst e em bi lez xurt bibin, azad bibin û ew rewşeke nebe nabê ye. Gotina RêberApo ya ‘Ji ber jin bi rola xwe ranabe, mêr dest ji serweriya xwe bernade’ sekna mêr a îro û li beramberî wê berpirsiyartiya jinê bi zelalî datîne holê. Armanca me ya esasî ew e em karibin hêza ku ji vî mirovê pîroz û bilind (Rêber Apo) ê ji me re bû hevrê û rê nîşanî me da re bibin hêvre nîşan bidin.”