Ji gerîlayên YJA-STAR ji bo gaziyên şer name

Gazî û birîndar, şehîdên me yên zindî ne. Hevalino Rêber Apo bi vê mezinahiyê hûn bi wate kirine. Ev ji bo, me jî nirx û fermana mezinkirina têkoşînê ye.

 

Gerîlayên YJA STAR’ê yên li çiyayên azad li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, ji bo gaziyên şer nameyek nivîsandine û şandine.

Ev nameya bêhna çiyayan, germahî, coş, hezkirin û dilsoziya hevrêtiya gelan jê te em bi we re parve kirin:

MERHEBA RÊHEVALÊN DOZÊ YÊN HERÎ BEDEW

Gazî û birîndar, şehîdên me yên zindî ne. Hevalino Rêber Apo bi vê mezinahiyê hûn bi wate kirine. Ev ji bo, me jî nirx û fermana mezinkirina têkoşînê ye. Hevalino ez hevala we Dilçiya Ocalan sala 2000’î, li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê ji dayik bû me û niha jî ez weke şervanek rûmetê li serê çiyayên Kurdistanê yên pîroz, cihê xwe digirim. Ez ji sala 2017’an ve li wargehên qedîm ên destanên evîn û qehremantiyê lê hatine hûnandin û şerkeriya jinan hîna jî têde deng vedide, weke jinek e şoreşger, cihê xwe têde digirim û ji hembêza vî çiyayî hîn jî dengê komkujî û qîrînên fermanan tê.

Ez ji bedewî û xweşikiya fikir û hestên we re van çend hevokan bi hestên xwe yên zirav dirêsim û dişînim. Hevalino dibe ku nota min dereng bigihêje destê we. Dibe ku meh jî di navberê re derbas bibin. Ji ber dijminê xerab bi sînorên xwe, me ji hev dûr xistine. Gelo bi gotina dijmin têrê dike ku mirov, neyarê bav û kalan bi nav bike. Gelo wê gotina dijminatî tenê têrê bike ji bo ez hêrsa xwe li hemberî wan, faşîstan bi lêv bikim? Ez bawer im gotina dijminatî wê gelekî lawaz bimine û ji ber wê ez wiha dihizirim û dibêjim gelo wê dîrok der heqê gelê Kurd û tişta hatiye serê wan de şahidiyê bike? Ji ber ku em bi hestiyên xwe ve qedexe ne.

Em bi kêlên ber serê şehîdên xwe ve qedexe ne û bi birîndarên xwe yên nirxên azadiyê ne jî qedexe ne. Halbûkî di qedexekirina me de dixwazin, xwe bikin rastî. Ji ber bêyî me ti rastiya wan tineye. Di lêdana vê dema dawiyê de, dijmin çend fermandarên me kirin hedef û şehîd kirin. Weke çawa di salên berê de xiyanetkaran bi dijmin re hevalên me di nexweşxaneya bajarê Hewlêrê de kirin hedef û şehîd kirin careke din xiyanetê serê xwe li me rakiriye û me ji piştê ve xencer dike. Ev kiryarên der mirovî di encamên tirsa wan neyaran de dertên holê. Em dengê xwe bilind dikin û dibêjin, ‘Em bi şaneyên xwe ve PKK’yî ne, tenê dilê me mabe jî wê lêdana wê ji bo Rêber Apo be û em ê tev bi hev re bêjin em ji dil û can PKK’yî ne.’ Hevalino ez di kesayetên we de heyanî şaneyên xwe yên zirav qehremantiya we his dikim. Ez li beramberî manewiyat û kelecana we, heyran dimînim û dibêjim ku hûn weke dara xwe li ser kokên xwe yên saxlem ji nû ve şîn û geş kiriye, xwe ji nû ve xwe zindî dikin û berhemdar dibin.

Hevalino hûn ji bo me sembola têkoşîna azadiyê ne. Hûn sembola fedakarî û hezkirinê ne. Dema mirov bi çavên Mecnûn temaşe bike Leyla jina herî hêja û bedew e ku Mecnûn ji bo wê canê xwe jî feda dike û dibe lêgerînvanê wê. Hûn ji bo me heman îfade ne. Hevalên giranbiha, hûn her di fikir û ramanên me de dijîn û mayînde ne. Hevalino ev cara yekemîn e ez nameyekê ji hevalan re dinivisînim û dibe ku qisûra min hebe. Jixwe niha dema ez vê nameyê dinivisînim jî ez pir bi kelecan im û nizanim çi û çawa binivisînim. Ez nizanim bê ka ez ê çawa xweşikbûna we îfade bikim. Lê baweriya min ew e bi qasî ez xweşikbûna we bi lêv dikim, hûn ê jî hestên min ên xweşik bibînin. Ez ji we hemû hevalan re dibêjim ku ez hêviyê di biriqîniya çavên we de dibînim û ez ji we hez dikim.

Em li serê vê lûtkeya çiyayê bilind ê pîroz 5 hevalên jin dimînin û her hevalek ji me ji warekî Kurdistanê ye. Lê her pênc heval jî em ji heman welatî ne û heman roj li ser asîmanê me ronahiyê dide. Em hemû jî xwedî hedefên rengîn in. Navên hevalan wiha ne: Hevala Gulbihar ji bajarê Efrîna bi rûmet e. Hevala Mîtra keça Ezîdxana otantîk e. Jixwe hevala Adar ji paytexta Kurdistanê Amedê ye. Hevala me ya fermandar jî Sîdar e. Ev jî ji warê sar, zozanên bedew, çiyayên bilind ên Serhedê ye û hemû heval tevî min jî bi hemû dilpakî, dirustî, zelaliya hestên rêhevaltiyê we silav dikin, ji dil û can hembêz dikin. Em rewşa we hevalan yek bi yek meraq dikin û em bi hêvî ne rojekê we li çiyayên azad bibînin.

Em silavên xwe yên germ ji we hemû hevalan re dişînin. Çi hevalên jin û çi jî hevalên xort, jixwe cejna neteweyî ya Newrozê jî nêz dibe û bi vê mebestê em cejna we tevahiyan pîroz dikin. Em bi hêvî ne sala were li ser bircên Amedê, bi Rêber Apo re Newroza xwe pîroz bikin. Ji niha ve em cejna we tevahiyan pîroz dikin û dibêjin bi hêviya jiyanek azad û welatekî xweser. Hevalino em soz didin em ê weke jinên, ciwan, têkoşîna xwe bilind bikin û bigihînin serkeftinê. Di dawiyê de em dibêjin hûn egera me ya şerkirin û tolhildanê ne. Careke din em silav û hezkirinên xwe ji we re dişînin û dibêjin, li xwe miqate bin, bi xatirê we. Ji bo heya niha me pirsa we nekiriye em lêborînê ji we dixwazin û ji we re serkeftin be.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Şervanên YJA-STAR

Ji Wargehên Azad

23.02.2024”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button