Ji bo gaziyên şer bawernameyên serketinê

Di civîna Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kobanê de gaziyên şer ên tevlî berxwedana gel a Bendava Tişrînê bibûn bi bawernameyên serketinê hatin xelatkirin.
Li bajarê Kobanê ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têkildarî rewşa siyasî ya herêmê bi tevlîbûna gelek gaziyên şer civînek hat lidarxistin.
Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, pêvajoya ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, rewşa siyasî û eskerî ya li herêmê û rola gaziyên şer a di vê pêvajoyê de hatin destgirtin.
Di nirxandinan de hate diyarkirin ku gaziyên şer wê her tim şopdarên Rêber Apo û şehîdan bin. Her wiha hate gotin ku di vê merheleya hesas de divê gaziyên şer ji her demê zêdetir bi rola xwe pêşengiyê rabin û erka dikeve ser milên wan pêk bînin.
Di civînê de gaziyên şer ên tevlî berxwedana gel a bi mehan a li Bendava Tişrînê bibûn jî bi bawernemeyên serketinê yên wêneyên Rêber Apo û şehîdan li ser hatin xelatkirin.