Ji bo fikrên Rêbertî bigihîje hemû gelan em ê di nav seferberiyê de bin

Gaziyê şer Cesûr Koçer diyar kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî ji bo hemû mirovatiyê jiyaneke li ser esasê azadî û wekheviyê pêşkeş dike û got, “Weke gaziyên şer ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo bigihîje hemû gelan em ê di nav seferberiyê de bin.”
Li gelek qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji hêla gaziyên şer ve hat xwendin û nirxandin. Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û Gaziyê Şer Cesûr Koçer ê di berxwedana Kobanê de birîndar bû, têkildarî Manîfestoyê nêrînên xwe bi me re parve kir.
Gaziyê şer Cesûr Koçer diyar kir bi Manîfestoya Rêber Apo re asoya wî ya fikrî berfirehtir bûye û got, “Rêbertiya me di nav şert û mercên herî zehmet ên li Îmraliyê de ji bo tevahî mirovatiyê dixebite. Ev 27 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Tevî van hemûyan jî timî ji bo jiyaneke mirov karibin têde bi serbilindî û bi rûmet bijîn ava bike, têkoşîn dike. Rêber Apo ji bo em karibin têkoşîneke rast bimeşînin, derfetan ji me re ava dike. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî ji bo hemû mirovatiyê jiyaneke li ser esasê azadî û wekheviyê pêşkeş dike. Weke gaziyên şer ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo bigihîje hemû gelan em ê di nav seferberiyê de bin.”
Cesûr Koçer bal kişand ser pêvajoya nû ya Rêbertî pêş xistiye û ev xisûs anî ziman, “Rêbertiya me bi salan e ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibin û êdî xwîn nerije di nav hewldanan de ye. Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a meha Sibatê re careke din ji bo meseleya Kurd bi rêyên diyalogê û demokratîk çareser bibin dest pêvajoyeke nû kir. Em weke gaziyên şer dilsozên Rêbertiya xwe ne. Ji bo ev pêvajo bigihîje encameke serketî em ê bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin.”
Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Cesûr Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em bi serbilindî dibêjin ku em hevrê û şervanên Rêber Apo ne. Em deyndarên Rêberê xwe ne. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Ez bang li tevahî jin û ciwanan jî dikim ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî bixwînin û bidin xwendin.”