‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî em amade ne her cure berdêl bidin’
Ji raya giştî û çapemeniyê re

Di sala 26. a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêber Apo de em komplogeran û hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Helwesta xwe bi tundî li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo didin nîşandan û dibêjin ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em ê her di nava çalakiyan de bin. Her wiha em diyar dikin, Yan em ê bi Rêber Apo re jiyanek azad bijîn yan jî bila jiyan li me heram be. Li hember vê komploya yek ji êrîşên herî bêbext û nemerd ê dîrokî bû, em soz didin ku em ê doza Rêbertiya xwe heya dawiyê bidomînin.
Hêzên kompologer bi armanca gelê Kurd ji holê rakin, hêviyên wan ên azadiyê bi awayekî careke din hêşîn nebe tine bikin, sîstema Îmraliyê çêkirin. Li beramberî wê Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna bêhempa ya pêş xist, armanc û hedefa komplogeran pûç kir. Di roja me ya îro li Rojhilata Navîn û cîhanê eger ti hêz nikare gelê Kurd û dostên wan ji nedîtî were, ev bi saya têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ye.
Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya ji tevahiya mirovatiyê re dibe îlham ji dil û can silav dikin. Di serî de jin, gelê Kurd û gelên herêmê yên li dora Rêbertiya me bûn yek, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji şoreşên herî muezem ên cîhanê ava kirin û pêş dixin.
Şervanên azadiyê û gelên li ser esasê şerê gel ê Şoreşgerî di pêşengiya Rêbertiya me de têkoşîna xwe meşandin, civakbûneke herî mezin a azad, wekhev û demokratîk afirandin.
Di 26. salvegera komploya navneteweyî de wezîfeya herî bi rûmet a dikeve ser milên me ew e, em xwedî li berxwedana Rêber Apo derkevin û têkoşîna li ser esasê azadiya fizîkî ya Rêbertî bi îradeyeke herî mezin bigihînin serketinê. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê wateya pêkve jiyana hemû gelan, bidawîbûna desthilatdariyên zordar û xwînxwar.
Em bang li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku ji bo pêşerojeke azad û wekhev em xwe di bîrdozî felsefeya Rêber Apo de pêş bixin, li dora şervanên xwe yên azadiyê kom bibin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Divê em qet ji bîr nekin ku bi Rêbertiya azad wê pêkve jiyana gelan misoger bibe. Em ê welatekî azad ê li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinan a Rêbertiya me bi berxwedanê ava bikin û pêş bixin.
Em jî weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî şermezar dikin, helwesta xwe bi tundî li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo didin nîşandan û dibêjin ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em ê her di nava çalakiyan de bin. Her wiha em diyar dikin ku “yan em ê bi Rêber Apo re jiyanek azad bijîn yan jî bila jiyan li me heram be. Em diyar dikin ku dem dema pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Em gaziyên şer ên ji bo şoreşa azadî û wekheviyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bedena xwe parçe dane, ji tevahî mirovatiyê re diyar dikin ku ji niha û şûn ve jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî em amade ne her cure berdêl bidin.
Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14.02.2025