Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî

Bi navê Saziya Birîndarên Şer û ji ber pêwîstiyên qonaxa bûyerên çarenûsî yên ku ji bo gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahidî dike, em dengê xwe digihînin her insiyatîva ku bi biratî û aştiya di navbera Gelê Kurd de disekine û nahêle ku şer di navbera wan de çêbe,û em bang li hemû kesayetên welatparêz ên serbixwe û yên ku li pey ideolojiyeke taybet dimeşin, dikin ku bi insiyatîv û rola xwe rabin,da ku rê li ber şerê biratiyê bigirin û kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê yên ku dikevin xizmeta dijminên Kurd û Kurdistanê ,eşkere bikin, her wiha em êrîşên Artêşa Iraqê li ser herêmên Şengalê û Gelê êzîdî yê birîndar şermezar dikin. Piştî ku Gelê Êzîdî bi metirsiya qonaxê hesiya,  ji zarokên xwe hêza parastinê ava kir, da ku komkujiyên zêde neyên serê wan û ev êrîşa eşkere, berdewamiya komkujiyên DAIŞê ye ya ku bi razîbûna Tirkiye û Barzanî pêk hat.

Em jî baş dizanin ku armanca stratejîk a faşîzma Tirk a li Bakurê Sûriyeyê çi ye, hê jî bi armanca dagirkirinê hewl dide ku vê erdnîgariyê bi xaka xwe ve girê bide û van xêr û bêran talan bike.

Em weke Saziya Birîndarên Şer, em ê  li hemberî van êrîşên ku bi ser ax,welat û destkeftiyên me de tên,şêwaazên xweparastinê bi kar bînin û em rê nadin faşîzma Tirkiyeyê û kirinên wê ku wisa derbas bibin,em lawên vê xakê ne û parastina wê jî berpirsyariya me ye.

Di dawiyê de em dibêjin ku divê civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê dawî li pêkanînên berfirehtir ên Dewleta Tirk ên ku pîvan û peymana Neteweyên Yekbûyî ya bi welatên cîran re binpê dike ,bînin û wê mecbûr bikin ku rêzê li yasayên civaka navneteweyî bigire û êrîşên xwe yên berdewam yên ku sivîlan dikin hedef, rawestîne.

 

 Saziya Birîndarên Şehba 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button