Hevrêyên Fermandar Xebat Dêrik li Şêxmeqsûd destanên lehengiyê nivîsandin
Şîlan Kobanê

Di nav destan û efsaneyên Edûl û Derwêşên demê, di şiverêyên diçe çiyayên Ferhad ji bo Şêrinê di nav hewldanan de bû avê bîne de ku şopên lingên wî hene mêvanekî pir ezîz, yek ji pêşengê Şoreşa Rojava heye. Ew fermandar û lehengê çiyayî ye yê xwe berda deştê û hîmên Şoreşa Rojava danîn.
Belê hîmên keleha berxwedanê ya Rojava danîbû, bîra ava jiyanê di keleha azadiyê de kolabû. Berxwedan, têkoşîn, heybet û wêrekiya çiyayan anîbû û li Rojavaya warê herî xweşik û delalî ya Kurdistanê kulîlka şoreşê çandibû.
Gav bi gav li tevahiya Rojava geriya. Hemû saziyên eskerî û civakî bi bedewbûn û xweşikbûna çiyayên azad xemiland. Ji bo wê bi sedan welatparêz perwerde kir. Bi fikir û felsefeya Rêbertî ew serwext kirin da ku karibin keramet û rûmeta gelê xwe biparêzin.
Ew derwêşekî şagirtê RêberApo, zaneyekî ji magên Zerdeştê Kal ê Zagrosan bû. Şoreşger, parêzvan û milîtanekî bêhempa, yek ji avaker û damezirînerên destpêkê yê şoreşa Rojava ya ji bo hemû mirovatiyâ azadîxwaz û jinan bû hêviya azadiyê; ji bo dijmin û xwînmijan jî bû tirs, xof û kabûsê şevan.
Di pêşengiya Rêbertiyê de mîna bi hezaran heval û hevrêyê xwe ket nav kar û lêgerîna dara ji rehên xwe de ber bi ziwabûnê ve diçû hêşîn bike. Ketibû nav têkoşîna kaniya ziwa bibû ji nû ve bigihîne avê da ku ava wê her cihê têre derbas bibe zindî bike.
Belê ev mêvan û hevrêyê me yê ezîz fermandar Xebat Dêrik e ku şehadeta salvegera wî rastî berxwedana dîrokî ya Şêxmesûd û Eşrefiyê hat.
Belê em ji fermandarê xwe re dibêjin Xebat Dêrik. Lê belê bi navê Xebat Botan jî tê naskirin. Bi salan li hember dagirkeriyê li Botana bedew têkoşîn meşand. Dîsa weke Xebat Xerzan jî tê zanînn. Li ku derê têkoşîn meşand, hevrêyan û gel bi navê wê herêmê ew anî ser zimên. Damezirînerê YXK’ê û YPG’ê jî bû heval Xebat.
Li her çar parçeyên Kurdistanê, bi coş û îradeyeke mezin têkoşîn meşand. Mohra xwe li gelek berhemên mezin ên rê li ber geşedanên girîng vedikir xist. Tevahî zanebûna ji Rêber Apo girt, ji bo gelê xwe, ax û hevalên xwe sewqî nav berxwedan û têkoşînê kir.
Hevrê Xebat fermandarekî dilnizm, mutewazî, dilsozê nirxan azadiyê bû. Îrade, biryar û lehengiya hevrê Xebat, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê deng veda. Di şexsê fermandar Ziyad, Denîz, Hawar û Leylayan de hat dîtin bê hevrêyên Xebat Dêrik çawa destanên dîrokî û lehengiyê dinivîsin.
Belê xwendevan û hevrêyên heja û delal…
Dema mirov têkildarî bûyer û pêşketinên berxwedaniyên li hember dagirkeriyê dikeve nav lêgerînan pirî caran mirov rastî destana 300 Spartayiyên ji bo parastina xaka xwe li hember hêzeke pir mezin têdikoşin tên. Ev şervanên bijarte heya kêliya dawî li ber xwe didin ji bo parastina xak û gelê xwe.
Bêguman di dîroka têkoşîna Tevgera Apoyî de bi sedan destanên lehengiyê yên mîna 300 Spartayiyan û di heman demê de ku ji vê jî dibihure hene.
Ma em behsa berxwedana Zindana Amedê bikin ya pêşengên Apoyî li hember zilma cûntaya faşîst ji bilî canê wan ku ti tiştekî wan nebû jî bi şîara “Berxwedan Jiyan e” çûn bêmiriniyê bikin?
Gelo ma em behsa Bêrîtana ji bo nekeve destê dagirker û nokeran xwe di zinaran de avêt xwarê bikin?
Yan jî ma em behsa berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya di pêşengiya hevrê Ziyad û Denîzan de pêş ket û îro ketiye rojeva hemû cîhanê bikin.
Em ê behs bikin û her tim bi bîr bixin. Di nav têkoşîna Tevgera Azadiyê de bi sedan destanên wer pîroz hene ku rê li ber gavavêtin û qonaxên mezin vekirine.
Bi vê wesîleyê di 14’emîn salvegera şehadetâ wî de hevrê û fermandar Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînim.
Em ê Şoreşa Rojava ya bi têkoşîna hevrêyên weke Xebat Dêrik hîmên wê hatin danîn û bi berxwedana bêhempa ya Ziyad û Feraşînan gihişt asta herî mezin li hember her cure êrîşan biparêzin.
Jin û xortên şoreşger ên şervan û şagirtên Xebat, Ziyad, Rojbîn û Dilbirînan wê welatekî azad ê hemû gel û bawerî bi awayekî azad û wekhev têde bi serbilindî bijîn ava bikin.




