Hêviya xwe ya dîtina Rêbertî em ê qet winda nekin

Mazlûm Yildiz

 

Dema birîndar bûm û bi taybet jî ez di bin bandora bencê de bûm min xewnek xwe dît. Di xewnê de ez û sê hevalên xwe li Tirkiye bûn. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî li heman cihî bû. Ew der gelekî qerebalix bû. Erdogan ji ciwanan re digot, “Werin gel me, şer bikin. Em ê gelek pere bidin we.” Piştre em li trênê siwar dibûn û diçûn gundekî. Li wir em di binê avê re derbasî gundekî din dibûn.

Ji nişka ve min dît ku mala kurê meta min jî li wan deran e. Dema em diçûn mala wan, min dît ku kurê meta min ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin û serê wî jêkiribûn. Meta min çeka xwe xwe girtibû û digot, “Ez ê tola kurê xwe ji wan rakim.” Min jî  digot, “Metê bisekine, em bi hev re  biçin.” Em çar kes ji bo çalakiyê diçûn. Cihê me yê çalakî pêk anîba li ber deryayê bû.

Me digot ku bila roj derkeve em ê hingê êrîş bikin. Lê di carekê de leşkeran bi tank û topan êrîşî me dikirin. Me li tankekê da û helîkoptera hat jî me derb lê da. Piştî çalakiyê em paşde vekişiyan.

Di vekişînê de jî di navbera me û hêzên dijmin de pevçûn derket. Heft gule li lingê min ketibûn. Me xwe gihand malekê. Dayika xwediya malê ew gule ji lingên min derxistin. Piştre em bi rê ketin. Di rê de em çûn cihekî weke malekê bû. Me li wir xew kir. Serê sibehê me dît ew der cihê Rêber Apo ye.

Dema me Rêbertî dît em pir kêfxweş bûn. Piştre em bi hev re çûn cihê trênê. Li wir gelek heval hebûn. Ji bo îstirehet bike textek ji Rêbertî re anî. Piştî Rêber Apo hinekî xew kir em çûn cem. Rêber Apo pirsa “Hûn ê biçin ku derê?” ji me kir. Me got, “Em diçin çiya.” Piştre em ji cem Rêber Apo çûn. Roja dîtir dema em hatin cihê Rêber Apo lê bû, me ew nedît. Ango Rêbertî ji wir çûbû.

Hêviya me hemûyan ew e ku em Rêbertî bibînin û hesreta xwe bi dawî bikin. Em ê vê hêviya xwe qet winda nekin. Teqez em ê weke şervanên azadiyê û gaziyên şer azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin û Rêbertî di nav xwe de bibînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button