Gerîlayên jin ên dilêr

Gulçîn Xoşmêr

Jinên serbilind bi silavdayîna rojê dil, ruh û mejiyê xwe ronahî dikin. Her weke gulên berberojê berê xwe didin tava zer û oksîjena xwe jê digirin. Têkoşîna xwe berdewam dikin ji bo siberojeke wekhev û azad a hemû mirovahî di navê de hêviya xwe bibînin.

Jinên îlham û hêviya xwe ji gerdûna xwe Rêber Apo digirin, her çalak dibin ji bo xwedî li ked û têkoşîna 53 salan ya Rêberê xwe derkevin.

Jinên qehreman û şêrzade bi fikir, hest û xebata xwe ya girîng hewl didin li gor bîrdoziya pêşengê mirovahiyê û fîlozofê hemdemî Rêber Apo têkoşîn bikin. Jinên şareza û narîn bi bîr bawerî û têkoşîna xwe xwedî li hemû jinan û mirovahiyê dertên. Ji bo azadiya wan canê xwe jî feda dikin.

Gerîlayên jin ên di nava bihara rengîn de weke gul û çîçekên Kurdistanê geş dibin. Reng, deng û bêhna xwe li welatê Huriyan belav dikin, îlhamê didin Kurdên azadîxwaz.

Jinên şerker li ser keda xwe mezin dibin û digihêjin asta paya pîroziyê da ku ronahiya xwe biteyisînin her cih û deverê.  Dixwazin hemû jin û gelan hişyar bikin, bikin xwedî vîn û hêza têkoşer a ji bo azadiyê. Careke din jinên çalakvan soz didin wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo her û her çalak bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button