Gaziyên şer: Em ê li hember êrîşan di nav têkoşînê de bin

 

Gaziyên şer ên têkildarî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a faşîst daxuyanî dan diyar kirin ku amade ne li hember her êrîşê têkoşîn bikin û gotin, “Em ji gelê xwe dixwazin ku li kêleka gelê me yê ji axa xwe koçber bûye bisekinin û bi her awayî alîkariya pêwîst bikin.”

Komeleya Gaziyên Şer a bajarê Şedadê li hemberî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a faşîst daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên Kongra Star li pêşiya Baxçeyê Serokatî hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Hesen El Subhî ve hat xwendin de wiha hat gotin:

“Bi navê Komeleya Gaziyên Şer a Şedadê em berxwedana dîrokî ya gelê xwe yê Efrîna dagirkirî silav dikin. Gelê me ji bo jiyaneke azad û wekhev a li ser esasê biratiya gelan a ji fikir û felsefeya Rêbertî girtine di nav têkoşînê de ne. Em berxwedana hevalên xwe yên di çeperên şer de jî silav dikin. Em jî weke gaziyên şer bi her awayî amade ne ji bo gelê xwe têkoşîn bikin.

Weke em dizanin dewleta Tirk a siyaseta qirêj dimeşîne dixwaze bi van êrîşan demografya herêmê biguherê û sînorê mîsaqa milî pêk bîne. Ev êrîş tenê ne li ser herêmekê ne. Tê xwestin ku tevahiya Sûriyeyê were parçekirin. Em bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku tevlî nav hêzên QSD ê û YPJ’ê bibin. Ji ber projeya rêveberiya xweser û neteweya demokratîk yekane rêya esasî ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ye.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrîşan jî hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em careke din soz didin gelê xwe ku ji bo ewlehiya herêmê em bêdeng namînin. Em amade ne li hember her êrîşê têkoşîn bikin. Em ji gelê xwe dixwazin ku li kêleka gelê me yê ji axa xwe koçber bûye bisekinin û bi her awayî alîkariya pêwîst bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên, “Na, ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Sûriyeyê re”, “Bijî Biratiya Gelan” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button