Gaziyên şer di sengerên berxwedanê de ne
Gaziyên şer ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li gel hêzên parastinê di sengerên berxwedanê de ne diyar kirin ku wê heya dawiyê gelê xwe biparêzin.
Ji 27’ê Mijdarê ve çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî bajarê Helebê û gundewarê wê dikin. Di encama êrîşê de hêzên hikûmeta Şamê ji gelek deveran vekişiyan û çeteyan piraniya bajarê Helebê desteser kirin.
Li hember wan êrîşan xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kirine da ku taxên xwe li dijî her êrîşan biparêzin.
Li her du taxan hêzên parastinê ku di sengerên berxwedanê de cihê xwe digirin, gaziyên şer jî bi hemû derfetên xwe ji bo bergiriya gelê li her du taxan di nav liv û tevgerê de ne.
Gaziyên şer diyar kirin ku wê heya dawiyê gelê xwe biparêzin û gotin, “Roj roja xwedîderketina li rûmet û şerefa xwe ye. Me çawa 2016’an li hember çeteyan şer kir em ê îro hîn zêdetir di nav berxwedan û têkoşînê de bin.”
Gaziyan bang li ciwanan kirin ku li ser esasê seferberiya ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye îlankirin tevbigerin û cihê xwe yê di nav berxwedanê de bigirin.