Gaziyên jin: Em ê tola şehîdan rakin

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

 

Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê re 10’ê Kanûnê li kantona Minbicê sê jinên endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Her sê jinên endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ku li bajarê Minbicê dixebitîn, bûn hedefa çeteyên dest bi xwîn ên dewleta Tirk. Her sê jinên ciwan bi wefadarî ji bo yekîtî û rêxistinkirina jinan dixebitîn. Hişmendiya mêr a dewletparêz a Tirkên faşîst, ji serdema ku derbasî Rojhilata Navîn bûye heya roja me ya îro xwedî kiryarên hov û wehşetnak e. Vê carê jî Etrakî bê îdrak ji aloziya li welatê Sûriyeyê feyde digirin û bi destê çeteyên hundirîn gelek jin û mêrên kedkar û parastvan qetil kirin, kiryarên nû li kiryarên xwe yên qirêj zêde kirin. Dîroka dewleta Tirk gelekî tarî ye û hewl dide civakên herêmê bikişîne nava çiraveke bi sedsalan nikaribin ji nav dernekevin.

Divê were zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê cara yekê nîne ku kiryarên wiha pêk tînin. 9’ê Çileya 2013’an sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsa paytexta Fransayê qetil kirin. Rêber Apo ji bo qetilkirina wan jinên qehreman Sara (Sakîne Cansiz), Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez got ku ew duyemîn komkujiya Dêrsimê ye û mebesta wan ew e em sere xwe ji serweriya wan re bitewînin. Dewleta Tirk 4’ê Çileya 2016’an jî li navçeya Silopiya ya Bakurê Kurdistanê 3 jinên têkoşer ên bi navê Sêvê Demir, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir qetil kir.

Bi rastî gelek kiryarên Tirkên spî û faşîst wiha hene ku rûyê mirovahiyê ji ber wan sor dibe. Lê qet hisiyeta rayedarên dewleta Tirk ên hov nalebite û di kiryarên xwe de israr dikin. Qetilkirina her sê jinên çalakvan û xebatkar ên Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo me tevahî jinan cihê xembarî û êşên gelekî giran e. Em tevahî gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên çeteyên Tirk û êrîşên wan ên bêbext şermezar dikin û dibêjin em ê têkoşîna hevrêyên xwe ya ji bo azadiyê bi rengekî hîn xurttir berdewam bikin.

Dewleta Tirk di kiryarên xwe yên wiha dermirovî de sînoran nas nake, dîroka wan tijî komkujî û bûyerên wiha ne. Eger em bala xwe bidinê wê bê dîtin ku Tirkên spî û yên kesk di roja me ya îro de xwe li hev pêçane weke marên heyva tîrmehê û bi çavsorî êrîşî gelên Sûriyeyê dikin.

Dewleta Tirk ji aloziya heyî ji bo xwe weke firsendekê dibîne û di encam de em rojane rastî kiryarên wiha sosret û hov tên. Ev jî kîn û hêrsa me zêdetir dike. Êdî kêr digihêje hestî û tehemûla me diqede. Ew her sê hevalên me yên wêrek û fedakar ku li herêmên şer dixebitîn bûn hedefa çeteyên tundrew û gihiştin şehadetê. Em wan ferîşteyên giranbiha û delal bi bîr tînin û dibêjin wê xwîna wan vala neçe. Ew jinên ciwan ên bi navê Qemer, Îman û Eyşe wê ji bo tevahî jinan bibin ferîşteyên pîroz û çi Ereb, çi Kurd, çi Tirkmen, çi Asûrî em bang li tevahî jinan dikin li keda wan jinên hêja xwedî derkevin, têkoşîna wan berdewam bikin. Di rewşa heyî ya bi aloz de tişta ji jin û civakê tê xwestin ew e, xwe bi rêxistin bikin, li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê wê xwedî derkevin. Pergala Sûriyeyê ya 61 salan hilweşiya. Serokê wê Beşar Esed reviya û li welatê Rûsya bû penaber.

Careke din hate teqezkirin ku pergalên despot çi qasî bidomin jî wê dawiya wan ketin be. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e gelên Sûriyeyê di nava xwe de yekpare bin, rêveberiyên xwe bi aqlê selîm hilbijêrin û qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin û zarokên wan jî di eniyên şer de li hember dagirkeriyê destanên qehremaniyê dinivîsin. Em jî weke gaziyên şer berxwedana gel û şervanên azadiyê pîroz dikin û dibêjin em amade ne bi hemû hêza xwe beşdarî şer û xebatan bibin. Careke din di şexsê şehîd Îman, Eyşe û Qemer de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bi minetdarî bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînin û soza xwe ya tolhildanê nû dikin.

Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

15.12.2014

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button